17:23 23 Gulan 2018
    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan

    Yekem bernameya hilbijartinê ya Erdogan hat eşkerekirin

    © REUTERS / Yasin Bulbul
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Bernameya hilbijartina 24ê Hezîranê ya Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan hat eşkerekirin.

    Wê Erdogan yekem mîtinga xwe ya bangeşeya hilbijartinê 28ê Nîsanê li bajarê Îzmîrê li dar bixe û heta dawiya kampanyayê li 55 bajarên Tirkiyeyê bigere.

    AK Partî dê li rojên pêş jî bernameya giştî ya mîtîngên hilbijartinê eşkere bik, lê Erdogan 28ê Nîsanê beşdarî kongreya partiya xwe ya Îzmîrê dibe û yekemîn mîtinga hilbijartinê li dar dixe.

    Tê çaverêkirin ku AK Partî di kampanyaya hilbijartinên seroktî û parlamentoyê de giraniya xwe bide çaksaziya aborî û pêkanîna projeyên di wê derbarê de.

    Berendamên namzediya parlamentariyê yên AKPê jî dê piştî civînên li 2-3 û 4ê Gulanê werin diyarkirin.

    Bi heman mijarî:

    Nûnerê Hikûmeta Herêmê li Parîsê: Cihê xweşhaliyê ye ku gelê Fransayê bi gelê kurd re ye
    Ebadî: Heke gendelî nebûya herêma kurdistanê rastî vê kirîza aboriyê nedihat
    Dibe ku xelata Nobelê ya 2018an îsal neyê dayîn
    Mattis: Amerîka bi alikariya welatin herêmê şerê li Sûriyeyê berfirehtir dike
    Tîma milî ya Swêdê: Îbrahîmovîç di kadroya Kûpaya Cîhanê de tune ye
    Etîketan:
    Îzmîr, Hilbijartin, Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de