11:47 23 Gulan 2018
    Berdevkê HDPê Osman Baydemir

    Pêşniyaza tifaqê ya Baydemir ji aliyê partiyên kurd ve bi erênî hat pêşwazîkirin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Bangewaziya tifaqê ya Parlamenterê Rihayê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemir, ji aliyê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Hak-Parê bi erênî hat pêşwazî kirin.

    Di dema serdana hikumeta Kurdistanê de parlamenterê Rihayê yê HDPê Osman Baydemir eşkere kiribû ku ewil dixwazin bi partiyên kurd re tifaqê deynin. Herwiha gotinên Baydemir di nav partiyên kurd de hat nirxandin û bi erênî hat pêşwazîkirin. Axaftina Baydemir di nav hezkerên HDPê de bû sedema kêfxweşiyê, hin siyasetmedarên ku ji Rûdawê re axivîn jî banga tifaqa siyasî kirin.

    Endamê Meclîsa HDPê Diyadin Firat got: "Axaftina birêz Baydemir hinekî bi derengî ket bi ya min, tevî hertiştî axaftinek di cih de ye. Li pêşiya Tirkiyeyê 3 hilbijartinên girîng henin. Divê partiyên siyasî tercîh û siyaseta xwe eşkere bikin."

    Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Alaaddin Aras gotinên Baydemir wek gotinên rast nirxand û balkişand ser ku, "dibe fikra min û ya partiya min cuda bin, ya girîng ew e, partiya wî destûrê dide gelo?"

    HAK-PARa ku ji aliyekî bo beşdarbûna hilbijartinên Tirkiyeyê dixebite, di mijara tifaqê de deriyên xwe negirt.

    Serokê HAK-PARê Refik Karakoç ji Rûdawê re ragihand ku, "Karê me yê ewil beşdarbûna hilbijartinan e, em niha ji bo vê dixebitin. Piştre em dikarin bi partî, terefgir û civatên kurdistanî re hevdîtinan pêk bînin."

    Bi heman mijarî:

    HDP: Bazar û hevdîtin bêyî me nabin
    CHP: Pêwist e HDP jî beşdarî tifaqa biratiyê bibe
    HDP bo Erdogan: Qeyûman namzed nîşan bide
    HDP: Ne hilbijartina pêşwext e, hilbijartina panîkê ye
    HDP: Êdî dema têkbirina AKPê hatiye
    Etîketan:
    tifaq, parlamenter, hilbijartin, HDP, Osman Baydemir, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de