16:37 20 Gulan 2018
    Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres

    Erdogan û Sekreterê NYyê Guterres bi telefonê axivîn

    © AP Photo / Khalil Senosi
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan bi Sekreterê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres re bi telefonê axivî.

    Li gorî zanyariyan ji çavkaniyên Serokomariya Tirkiyê hatine bidestxistin Erdogan û Guterres li ser alîkariyên bo penaberên filistînî û rewşa dawî ya li Sûriyê gotûbêj kirin û pêwistiya piştgiriyê Saziya Alîkariyên Mirovî bo Penaberên Filistînî (UNRWA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) misoger kirin.

    Di wê peywendiya telefonî de Sekreterê NYyê bal kişande hesasiyeta Tirkiyê bo Filistînê û diyar kir ku pêwist e alîkariyên mirovî bo penaberan berdewam bikin.

    Serokomarê tirk jî teqez kir ku ji bo îstiqrara welatên ku mazûvaniya penaberan dikin divê ji û pê ve bo UNRWAyê piştgirî bê dayîn

    Herwiha Erdogan û Guterres li ser rûdanên dawî yên li Sûriyê jî axiftin.

    Bi heman mijarî:

    Guterres: Ez ê ji bo Efrînê bang li Konseya Ewlekarîyê bikim
    Ji Antonio Guterres daxuyaniya Efrînê
    Guterres: Pêvajoya aştiya Sûriyê, bi kongreya Soçiyê re ket qonaxeke nû
    Wezareta Derve ya Rûsyayê: Lavrov û Guterres behsa mijara Sûriyeyê kir
    Guterres: Nabe koçber werin firotin
    Etîketan:
    Saziya Alîkariyên Mirovî bo Penaberên Filistînî, Peywendiya Telefonê, alîkariyên mirovî, UNRWA, NY, Antonio Guterres, Recep Tayyip Erdogan, Filistin, Tirkiye, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de