16:40 20 Gulan 2018
    Hevserokên HDPê Pervin Buldan û Sezai Temelli

    HDP: Bazar û hevdîtin bêyî me nabin

    Navenda giştî ya HDPê
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (95)
    0 0 0

    Hevserokê Giştî yê HDPê Sezai Temelli, li ser hilbijartinên roja 24ê Hezîranê yên serokomarî û parlamenteriyê got, "Her li namzedekî digerin û nikarin bibînin. Bazarî, hevdîtin bêyî dest bidin HDPê didomînin. Bêyî me nabe."

    Hevserokê Giştî yê HDPê Sezai Temelli li bajarê Rihayê beşdarî bernameyeke partiya xwe bû û got, biryara hilbijartinên pêşwext wekî ku gur lê pê wan e, hat girtin.

    Temelli diyar kir ku ew ê 7 rojan 24 saetan bixebitin û ev tişt gotin, "Em ê bi hezkirin û aşitiyê bi hevdu re bixebitin. Ne bi rêbazên wan. Em li her taxên xwe platformên ewlehiyê pêk bînin û her kesî dawet bikin û bînin cem hevdu."

    Temelli derbirî ku hilbijartin ji bo wan ne amûrek e lê girîngiyê didinê û got, ew ê piştî hilbijartinan jî têkoşîna xwe bidomînin.

    'BÊYÎ ME ÇARESERÎ NABE'

    Temelli destnîşan kir ku ew ê bi namzedên xwe beşdarî hilbijartinan bibin û ev tişt gotin:

    "Namzedê me, namzedê Tirkiyeyê ye. Namzedê me, namzedê têkoşîna jiyana nû, sibero, hêvî û demokrasiyê ye. Binêrin, her li namzedekî digerin, lê nikarin namzedekî bibînin. Bazar û hevdîtinan dikin. Bêyî dest nedin HDPê, bêyî me nabe, em çareseriya vê pirsgirêkê ne. Heta hûn me bikin yên din, me tune bihesibînin, wê ti cudahiya we ji siyaseta qesrê tune be. Her kes wê qebûl bike ku bi me re siyasetê bikin. Hûn bi dijminatiya li hemberî me, bi tunehesibandina me nikarin pêşiyê li welêt vekin. Werin em hemû li ser vî namzedê Tirkiyeyê, li ser namzedê HDPê, li ser vî namzedê hêzên ked û demokrasiyê, li ser vî namzedê têkoşîna gelan bibin yek. Em bi hevdu re pêşiya Tirkiyeyê vekin."

    Mijar:
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (95)

    Bi heman mijarî:

    CHP: Pêwist e HDP jî beşdarî tifaqa biratiyê bibe
    HDP bo Erdogan: Qeyûman namzed nîşan bide
    HDP: Ne hilbijartina pêşwext e, hilbijartina panîkê ye
    HDP: Êdî dema têkbirina AKPê hatiye
    PDK: Barzanî amade ye ji bo HDP û dewleta tirk navbeynkariyê bike
    Etîketan:
    Hevserokê Giştî yê HDPê, Sezai Temelli, Riha
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de