06:50 26 Gulan 2018
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg

Stoltenberg: NATO û DYA alternatîfên S-400an pêşniyazî Tirkiyeyê dikin

© REUTERS / Hannibal Hanschke
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg eşkere kir ku NATO û DYA bi Tirkiyeyê re derbarê pergala parastina hewayî S-400an ên rûs diaxive û pergalên alternatîf pêşniyazî Tirkiyeyê kirine.

Jens Stoltenberg beriya civîna Wezîrên Karê Derve yên NATOyê li Brukselê civîna çapemeniyê li dar xist: "Dewletên NATOyê, derbarê pergalên lêşkerî de biryarên navneteweyî distîne. Lê hin welat ji vê aciz in. Em ji pêwendiyên rasterast yên DYA-Tirkiyeyê dilxweşim. Li ser vê mijarê ez bi serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re jî axivîm. Ez ji hevdîtina DYA û Tirkiyeyê ya bo pergala Patroitan jî gellekî memnûnim."

Herwiha Stoltenberg da zanîn ku Tirkiye pergala SAMP/IT a Îtalya û Fransayê jî gûftûgo dike, em ji vê jî kêfxeş bûn.

Bi heman mijarî:

Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg re civiya
Stoltenberg: Hemû endamên NATOyê piştgiriyê didin operasyonê
Etîketan:
Bîryara kirîna S-400, pergala parastinê, parastina hewayî, S-400, Jens Stoltenberg, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de