01:38 26 Gulan 2018
Bulent Arinç, Recep Tayyip Erdogan, Yaşar Buyukanit û Ahmet Nejdet Sezer

‘Erdogan pêşniyara cîgirtiyê li Arinç kir'

© AFP 2018 /
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Nivîskarê rojnameya Yeniçagê Ahmet Takan di gotara xwe ya îro de ji bo hevdîtina Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Bulent Arinç got: "Erdogan pêşniyara cîgirtiyê li Arinç kir."

Nivîskarê rojnameya Yeniçagê Ahmet Takan di gotara xwe ya îro bi navê ‘Bazdin hemwelatîno bazdin li qesrê cîgirtiya serokomariyê tê belavkirin' de îdîa kir ku Erdogan di hevdîtinê Arinç de pêşnîyara cîgirtiyê kir.

Ahmet Takan di nivîsa xwe de got: "Erdogan hêza xwe ya li hemberî Abdullah Gul xurt dike. Lewma bangî Bulent Arinçê ku zavayê wî ji doza FETO hatiye girtin kir. Erdogan berî Arinç bi çend rojan bi Ahmet Davutoglu re jî hevdîtinek pêk anî. Davutoglu bi Gul re jî hevdîtinek li dar xist û ji wê hevdîtinê kêm agahî hatin belavkirin."

Takan di berdewamiya nivîsa xwe de got: "Eger bi kurtî bînin ziman, Davutoglu ne parlamenteriyê daxwaza cîgirtiya serokoamriyê dike. Herwiha Bulent Arinç jî piştî hevdîtina bi Erdogan re di axaftina xwe ya çapemeniyê de got ‘ez AKPeyî me û partiya min ev e' û helwesta xwe nîşanda. Li gor agahiyên ku min ji derdora Arinç bi dest xistiye hevdîtina Erdogan û Arinç zêdetir li ser mijara namzediya Gul derbas bû û planên pêşerojê hatin kirin. Erdogan ji Arinç re gotiye ‘em dikarin bi hev re bixebitin' û bi rêyeke sergirtî pêşniyara cîgirtiya serokomariyê kiriye. Çavkaniyê min dibêje ‘Arinç siyaset di asta parlamenteriyê de qedandiye, ev nayê wateya ku cîgirtiyê qebûl nake'. Yanî dibe Arinç pêşniyara Erdogan binirxîne."

Bi heman mijarî:

Erdogan: Me ti carî ji demokrasiyê tawîz nedaye
Erdogan qanûna hilbijartinê pesend kir, YSKê jî daxuyanî da
Dibe ku Erdogan û Gul bên ba hev
Ji Erdogan daxuyaniya leşkeriya bi bedêl
Arinç û Erdogan civiyan: Em li ser her tiştî axivîn
Erdogan: Em ê Minbic û Til Rifetê bi riyên dîplomasî kontrol bikin
Etîketan:
Namzediya serokomariyê, REcep Tayyip Erdogan, Bulent Arinç, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de