04:36 28 Gulan 2018
Abdullah Gul, Recep Tayyip Erdogan

Şertê Abdullah Gul ji bo namzediyê çi ye?

© Sputnik /
Tirkiye
Lînkê kurt
Abdulhakim Günaydın
0 01

Ji hevdîtina Kiliçdaroglu û Akşener ya duhî çi encam derket, raste ku CHPê dev ji namzediya Abdullah Gul berdaye? Rojnamevan û nûnera rojnameya Cumhuriyetê li Parlamentoya Tirkiyeyê Emine Kaplan rewşa dawî ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

Rojnamevan Emine Kaplan di axaftina xwe de ji bo namzediya serokomarî ya Abdullah Gul got: "Em nikarin eseh bêjin CHPê mijara namzediya Abdullah Gul ji bernameya xwe derxistiye, hevdîtina namzediyê hetanî roja dawî wê di nava partiyan de dewam bike. Di nava CHPê de pirsgirêkeke wiha jî heye, raste ku hinek CHPeyî piştgiriya namzediya Gul dikin, lê hem di nava rêvebir û hem jî di nava parlamenter û dildarên partiyê de gelek kesên ku jî li dijî namzediya Gul derdikevin û naxwazin jî hene. Beşeke zêde ya CHPê dixwazin namzed ji nava partiyê were nîşandan."

Abdullah Gul
© AFP 2018 / ADEM ALTAN
ŞERTÊ GUL JI BO NAMZEDIYÊ ÇI YE?

Emine Kaplan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piştî hevdîtina Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşener îhtîmala namzed nîşandana Abdullah Gul qels bû. Lê li gor pêşbîniyên min di rojên pêş de ji bo hevdîtinan wê tureke din were encamdan. Îsrara Akşener hemû hevsengiya muxalifetê ya namzedê hevpar têk dibe. Eger di rojên pêş de Akşener neyê qanihkirin û ji namzediyê venekişe, CHP jî wê ji nava partiyê namzedekî nîşan bide. Tabî ji bo Gul tenê Partiya Saadetê dimîne. Li gor agahiyan eger muxalefet hemû li ser namzediyê li hev bike dê Gul qebûl bike, eger hemû muxalefet li ser navê Gul li hev neke Gul wek namzedê Partiya Saadetê wê dernekeve. Jixwe çend rojên pêşiya me wê her tişt zelal bibe."

‘KILIÇDAROGLU DI AXAFTINA XWE DE BEHSA NAMZEDIYA ILHAN KESICI KIR'

Serokê CHPê Kiliçdaroglu duhî di axaftineke xwe de got ‘ ji bo ku ekonomiya Tirkiyeyê ne baş e, em dixwazin namzedê me kesekî ku ji ekonomiyê jî fêhm bike û xwedî rûmet be'. Rojnamevan Kaplan di axaftina xwe de ji bo pirsa ‘bi texmîna we Kiliçdaroglu di vir de behsa kê dike, wê namzedê CHPê kî be?' got: "Kiliçdaroglu di wê axaftinê de qesta Ilhan Kesici kir û gelek CHPeyî jî vê dizanin. Ji bo ku Kesici di warê ekonomiyê kesekî pispor e. Lê di berdewamiya axaftina Kiliçdaroglu de hinek xesletên ku behsa Serokê Şaridariya Bajarê Mezin ê Eskişahirê Yilmaz Buyukerşen dikir jî hebûn. Ji bo ku ew jî kesekî girîng e û di çend kategoriyan de navê wî jî ji bo namzediyê derdikeve pêş."

‘NAVÊ YILMAZ BUYUKERŞEN DERKETIYE PÊŞ'

Kaplan di dirêjiya axaftina xwe de got: "Îhtîmaleke mezin namzedê CHPê wê ji nava partiyê be. Eger hemû muxalefet li ser navekî li hev bike wê demê dibe ji derveyê partiyê be. Jixwe duhî Kiliçdaroglu navê namzedê xwe bi Akşener re jî parve kir. Li gor agahiyên kulîsan navê Yilmaz Buyukerşen derketiye pêş. Texmînkirina navan niha pir zahmet e ji bo ku hê jî hevdîtin dewam dikin. Raste ku Ilhan Kesici wê ji rastgiran jî dengan wergire û pisporê ekonomiyê ye. Ji aliyê din ve Yilmaz Buyukerşen ku demeke dirêj e şaredarê Eskişehirê ye û pir tê ecibandin. Herwiha Muharrem Ince jî namzediya xwe diyar kir. Texmînkirineke navan zahmet e, lê dikarim bêjim navê Kesici û Buyukerşen derketine pêş."

Bi heman mijarî:

‘Bahçeli pêşniyara namzediyê li Abdullah Gul kir'
Gul: CHP û Partiya Saadetê bêyî IYI Partiyê namzediyê diaxivin
Dibe ku Erdogan û Gul bên ba hev
‘Gul, bi daxuyaniyek wek manîfestoyê dê derkeve qada hilbijartinê'
Ekîba nû ya Abdullah Gul diyar bû
Şevê din mêvanê suprîz ê Abdullah Gul kî bû?
Etîketan:
Namzediya serokomariya Tirkiyeyê, Kemal Kiliçdaroglu, Abdullah Gul, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de