14:16 23 Gulan 2018
    Devlet Bahçeli

    ‘Bahçeli pêşniyara namzediyê li Abdullah Gul kir'

    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat ragihandin ku Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli di hilbijartinên sala 2014an de berî Ekmeleddin Ihsanoglu pêşniyara namzediya serokomariyê li Abdullah Gul kiriye.

    Nivîskarê rojnameya Milli Gazeteyê Ahmet Yavuz di gotara xwe de dibêje: "Li gor îdîayên ku li kulîsên Enqereyê tê axaftin Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli di hilbijartina 2014an de berî Ekmeleddin Ihsanoglu pêşniyara namzediya serokomariyê li Abdullah Gul dike û dixwaze bibe namzedê hevpar ê MHP û CHPê. Lê Gul daxwaza Bahçeli red kir û ev pêşniyar li Ihsanoglu hat kirin."

    Devlet Bahçeli du roj berê li ser hisabê xwe yê medya civakî yê Twitterê Abdullah Gul bi tundî rexne kiribû û gotibû: "Gul nêzî xayîntiyê ye û xencerê li rûmeta xwe dixe. Heyfe, şerme, dilêşî û têkçûyîne. Gul çawa bi Pensilvanyayê tê xapandin…"

    Bi heman mijarî:

    Ji Bahçeli bo Erdogan: FETO hê jî di siyasetê de aktîf e
    ‘Biryara hilbijartinê pêşwext hefteya borî di civîna Yildirim û Bahçeli de hat wergirtin'
    'Erdogan mecbûr ma bi ya Bahçeli bike'
    Serokê MHPê Devlet Bahçeli daxwaza lidarxistina hilbijartinên pêşwext kir
    Nevşin Mengu bersiv da gotinên Bahçeli yên derbarê Efrînê de
    Etîketan:
    MHP, Abdullah Gul, Devlet Bahçeli, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de