11:39 23 Gulan 2018
    erdogan

    SONAR: Tifaqa AKP-MHPê ji sedî 50î derbas nake

    © REUTERS/ Murad Sezer
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (97)
    0 10

    Şirketa lêkolîner a SONARê encamên anketên dawî parve kirin. Li gor SONARê tifaqa AKP-MHPê ji sedî 46.9 û HDP jî 11.3 werdigre.

    Ji hilbijartina 24ê Hezîranê re demeke hindik ma û anketên nû têne parvekirin. Şirketa lêkolîner a SONARê jî anketeke dawî par ve kir. Li gor SONARê tifaqa AKP-MHPê ji sedî 46.9, CHP ji sedî 23.8 û HDP jî 11.3 werdigre.

    Parêzer Fidel Okan şevê din beşdarî bernameya Çaglar Cilara ya televîzyona KRTyê bû û encamên dawî yên anketên SONARê eşkere kir.

    Fidel Okan encamên anketan eşkere kir û got: "Desthilat hilbijartin winda kir, lê hê muxalefetê qezenç nekiriye. Tifaqa AKP-MHPê ji sedî 50î derbas nake. Rêjeya dengê tifaqê ji sedî 46.9, ya CHP ji sedî 23.8, tifaqa IYI Partî-Partiya Saadetê ji sedî 14.5 û ya HDP jî ji sedî 11.3 ye."

    ​Okan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Dema mirov derdikeve derve em dibînin li hemberî desthilatê dilgariniyên cidî hene. Di nava partiya desthilat bixwe de jî acizî zêde dibe."

     

     

    Mijar:
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (97)

    Bi heman mijarî:

    Şirketa anketor: AKP û MHP herdu bi hev re jî ji sedî 50 derbas nakin
    AKP, HDP û MHP wê kongreyên xwe di heman demê de li dar bixin
    Li Enqereyê wê Serokên AKP, CHP û MHP lûtkeya ‘terorê’ pêk bînin
    Nivîskar Dilipak: "AKP û MHP perçe dibin"
    AKP û MHP sibe dê ji bo pêşniyara serokatiyê daxuyaniyeke hevbeş bidin
    ‘AKP û MHP nîqaşa tunekirina Ocalan dikin'
    Etîketan:
    HDP, AKP, MHP, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de