14:17 23 Gulan 2018
    Efrîn

    Şkence û girtina kurdan li Efrînê berdewam e

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Li gor çavkaniyekê ji herêmê, hejmarek welatiyên kurd ên ji Efrînê berî çend rojan ji aliyê grûpên çekdar ve hatin girtin û hê jî aqubeta wan ne diyar e.

    Li gor agahiyan Dr. Sebrî Henan ê 72 salî 20 roj, endezyar Yehya Eyûbî yê 52 salî jî ji ev meheke girtî ye. Çavkanî da zanîn ku endezyar Eyûbî ji aliyê çekdarên Ehrar el-Şam ve hatiye girtin û li dibistanan Salih el-Elî, li taxa Eşrefiyê rastî îşkenceyên tund hatiye.

    Çavkanî di berdewamiya axaftina xwe de dibêje ku Mistefa Xelîl Kalo, Ismet Kalo, Elî Kalo û Adil Kalo ji gundê Kurzêlê ji aliyê grûpa Ehrar el-Şerqiye ve hatine girtin. Li gor nûçeya Rudawê welatiyên bi navê Ebdilhenan Hemdûş ji mehekê vir ve ji aliyê Ehrar el-Şam ve girtiye û rastî îşkenceyê hatiye.

    Ji aliyê din ve Rewad Wehîd Ehmed ku xelkê Tirindê ye ji aliyê Ehrar el-Şam ve li dibistana Salih el-Elî girtî ye. Welatiyê bi navê Ebdilrehman Yaqûb ê 65 salî jî 15 rojan ji aliyê grûpên çekdar ve girtî mabû û roja 12ê Nîsanê jî welatiyê bi navê Îbrahîm Ehmed Hesenê 41 salî, ji aliyê grûpa Siltan Mûrad ve hatiye girtin.

    Bi heman mijarî:

    Yekîtiya Erebî: Efrîn hatiye dagirkirin
    Hilbijartina pêşwext û têkiliya wan bi Efrîn û pêvajoya navbera PKK û Tirkiyeyê re?
    Çavuşoglu: Efrîn radestî rejîmê nabe
    PKK: Efrîn dilê Kurdistanê ye û ji dagirkeran re namîne
    Sûriye: Em ê Golan û Efrîn jî di nav de hemû axa Sûriyê rizgar bikin
    Etîketan:
    Komên çekdar şkenceyê li kurdên Efrînê dikin, Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de