20:55 20 Gulan 2018
    Koçberên afgan

    Wezîr: Tirkiye bi pêla koçberiyeke nû re rûbirû ye'

    © REUTERS / Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu di axaftina xwe de ragihand ku Tirkiye bi koçberiyeke nû re rûbirû ye.

    Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu di axaftina xwe de got: "Di mehên dawî de em bi pêleke nû ya koçberên afgan ve rûbirû ne. Di nava koçberên qaçax yên sala 2018an de 29 hezar û 899 kes koçberên afgan in."

    Suleyman Soylu di axaftina xwe ya Civîna Midûrên Koçberî yên Bajarên Tirkiyeyê de got: "Di temamê sala 2017an de 4 hezar û 641 organîzetorên koçberan û di sala 2018an de hetanî serê meha nîsanê hezar û 328 organîzetor hatin desteserkirin."

    Soylu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di meha dawî de bi taybetî em li hemberî pêleke koçberin afgan re rûbirû ne. Di nava koçberên ku sala 2018an de hatine desteserkirin 29 hezar û 899 kes afgan in. Di temamê sala 2017an de koçberên afgan ku hatine desteserkirin 45 hezar û 259 kes bû."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Erziromê wesayîta penaberên afgan qeza kir: Kesek mir û 30 jî birîndar bûn
    Leşkerekî afgan gule bi ser leşkerên amerîkî ve reşand: 7 birîndar
    Hikumeta afgan bi Hikmetyar re peymana aştiyê îmze kir
    Penaberên afgan tecawizî xwendekara tirk kiriye
    Etîketan:
    Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê, Suleyman Soylu, Afganistan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de