22:41 22 Gulan 2018
    Recep Tayyip Erdoğan

    Erdogan: Me ti carî ji demokrasiyê tawîz nedaye

    © REUTERS / Ümit Bektaş
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di merasîma salvegera 56emîn a Damezirandina Dadgeha Makeqanûna Tirkiyeyê de axivî û got, “Me ti caran ji demokrasiyê tawîz nedaye û wekî her qadê Tirkiye di warê edaletê de jî dikeve serdemeke gelekî baştir.”

    Erdogan ligel hemû nexweşiyan jî Tirkiye ji nû ve rabûye ser lingan û got, "Bêyî ku em ji demokrasî û dewleta hiqûqê tawîzê bidin, em li hemberî wesayet, hewla darbeyê û êrîşên terorê û gelek gefên din bi ser ketine."

    Serokomarê tirk herwiha bal kişand ser ku dê piştî hilbijartinên 24ê Hezîranê bi hemû aliyên xwe ve sîstema nû ya seroktiyê bikeve meriyetê û armanca wan ew e ku li dadgehan darizandin hîn serbixwetir bibe.

    Erdogan got, "Înşallah wekî hemû qadên din Tirkiye di warê dadê de jî dikeve serdemeke gelekî baştir."

    Bi heman mijarî:

    Rayedarên amerîkî ketin nav avahiya konsûlxaneya Rûsyayê
    Di doza rojnameya Cumhuriyetê de biryar hat dayîn
    Li paytexta Afganistanê teqîneke bihêz çêbû
    NATO: Entegrasyona S-400î bo pergalên me zehmet e
    Erdogan qanûna hilbijartinê pesend kir, YSKê jî daxuyanî da
    Li navbera Lice û Pasûrê leşkerekî can da, 4 leşker jî birîndar bûn
    Etîketan:
    Edalet, Demokrasi, Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de