17:51 23 Gulan 2018
    Cumhuriyet gazetesi - protesto

    Di doza rojnameya Cumhuriyetê de biryar hat dayîn

    © REUTERS / Murad Sezer
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Di doza rojanameya Cumhuriyetê de ji rojnamegeran re ceza barî. Akin Atalay hat tehliyekiririn. Ji bo Orhan Erinç 6 sal û 3 meh û Murat Sabuncu jî 7 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat sepandin.

    Di doza rojnameya Cumhuriyetê de biryar hate dayîn.

    • Orhan Erinç 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê.
    • Aydin Engin ‘bi hinceta ‘alîkariya rêxistinê' 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê.
    • Murat Sabuncû jî bi hinceta ‘alîkariya rêxistinê' 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê stand.

    ‘EM DÊ LI HEMBERÎ XERABIYAN TÊBIKOŞIN'

    Li ser biryarê rojnameger Akin Atalay got, "Biryara dadgehê çi dibe bila bibe ew dê weke rojnameya Cumhuriyetê (Komar) û komarparêzan li hemberî hemû cûre xerabiyan têbikoşin."

    ‘JI BER KU EW ROJANEMEGER BÛN HATIN GIRTIN'

    Rojnamegerê bersûc Kadrî Gursel diyar kir ku ji ber ku ew rojanemeger in hatine girtin, îdianameyeke vala danîne pêşberî wan, binçavkirinên demdirêj xistine şûna girtinê û ji bo xwe û ji bo hemû hevalên daxwaza beraetê kir.

     

    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de