04:33 28 Gulan 2018
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

Erdogan qanûna hilbijartinê pesend kir, YSKê jî daxuyanî da

© AP Photo / Presidential Press Service
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan pakêta ji 10 xalan pêk tê ya hilbijartinên Tirkiyeyê pesend kir.

Pakêta yasayên ku pîvan û bernameya hilbijartinên Tirkiyeyê diyar dike, doh li parlamentoyê derketibû û bo serokomar hatibû şandin.

Di pakêta 10 xalan a yasaya hilbijartinê de, çend guherîn hatibûn kirin û ew guherîn li parlamentoya Tirkiyeyê çûbûn ber dengdanê.

Qanûna ku beriya hilbijartinên serokomarî û parlamentariyê yên 24ê Hezîranê hatiye derxistin, ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Erdogan ve jî hat pesendkirin û ket meriyetê.

YSK: BERNAMEYA HILBIJARTINÊ SIBE TÊ EŞKEREKIRIN

Piştî ku Erdogan qanûna hilbijartinê pesend kir, ji Saziya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê (YSK) daxuyaniya bernameya hilbijartinê hat.

Serokê YSKê Sadî Guven ragihand ku ew plan dikin sibe 26ê Nîsana 2018an bernameya birêveçûna hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê eşkere bikin.

Bi heman mijarî:

Li navbera Lice û Pasûrê leşkerekî can da, 4 leşker jî birîndar bûn
WhatsApp ji bikarhênerên xwe re biryareke nû disepîne
Wezîrên G7ê: Tevgerên Rûsyayê yên li Sûriye û Ûkraynayê nayên qebûlkirin
YSK: Huda-Par dikare beşdarî hilbijartinan bibe
Pêşbirka bedewiyê Bedewa Rûsyayê 2018an hat lidarxistin
Di lîsteya berendamên Partiya Saadetê 4 nav derketin pêş
Barzanî: Meqama serokkomariyê dê dîsa ya kurdan be
Etîketan:
Erdogan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de