11:44 23 Gulan 2018
    Saadet Partisi

    Di lîsteya berendamên Partiya Saadetê 4 nav derketin pêş

    © AFP 2018 / Hocine Zaourar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat îdiakirin ku endamê Partiya Saadetê ji bo berendamên serokkomariyê di nav xwe de çar navan diyar kirin. Yek ji wan jî Abdullah Gul e.

    Ji bo hilbijartinên serokkomariyê nîqaşa namzetê partiyên muxalif berdewam e. Yek ji wan partiyên ku namzetê wê herî zêde tê meraqkirin Partiya Saadetê ye. Hat îdiakirin ku di partiyê de li ser 3 navan nîqaş tê kirin.

    Li gorê îdiaya siteya Oda tv di lîsteya wan de navê Abdullah Gul jî heye. Ji bilê Gul navê ku hene ev in: Damezrînerê AKPê yê berê Abdullatif Şener, serokê Dadgeha Bilind yê berê Haşim Kiliç û serokê partiya Saadetê Temel Karamanoglu.

    Bi heman mijarî:

    ‘Berî payîzê hilbijartin têne lidarxistin'
    Serşêwirmendê Erdogan: Êdî ne pêkane ku hilbijartin di sala 2019an de werin kirin
    Li Azerbeycanê cardin Ilham Aliyev hat hilbijartin
    HDP: Nabe di Rewşa Awarte de hilbijartin werin lidarxistin
    Akrê bi fermî wek paytexta Newrozê hat hilbijartin
    Etîketan:
    temel karamanoglu, abdullatif şener, Abdullah Gul, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de