11:41 23 Gulan 2018
    Selahattin Demirtaş

    Namzedê HDPê yê serokomariyê diyar bû

    © AFP 2018 / OZAN KOSE
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 30

    Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen ji Sputnik Kurdistanê re diyar kir ku namzedê serokomariyê ya partiya wan di hilbijartina 24ê Hezîranê de Selahattin Demirtaş e.

    Meclisa partiya HDPê biryar da ku di hilbijartina di 24ê Hezîranê de namzedê partiya wan Hevserokê berê yê HDPê Selehattin Demirtaş e.

    Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen ji Sputnik Kurdistanê re da zanîn ku civîna partiyê hêj dewam dike û biryar bi fermî nehatiye ragihandin, lê di civînê de biryar hat girtin ku Demirtaş bibe namzed.

    Herwiha li gorî rojnameya Birgunê ku li Tirkiyeyê weşanê dike, Demirtaş jî bersiveke erenî da ye daxwaza namzediya serokomariyê.

    Berî çend rojan Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan diyar kiribû ku di 24ê Hezîranê de hilbijartina pêşxwet were kirin.

    Bi heman mijarî:

    HDP bo Erdogan: Qeyûman namzed nîşan bide
    HDP: Ne hilbijartina pêşwext e, hilbijartina panîkê ye
    HDP: Êdî dema têkbirina AKPê hatiye
    PDK: Barzanî amade ye ji bo HDP û dewleta tirk navbeynkariyê bike
    HDP bi partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re civiya
    Etîketan:
    namzed, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de