22:45 22 Gulan 2018
    Abdullah Gul

    Gul: CHP û Partiya Saadetê bêyî IYI Partiyê namzediyê diaxivin

    © AFP 2018 / PETRAS MALUKAS
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 01

    Nivîskar û nûnerê rojnameya Cumhuriyetê yê Enqereyê Erdem Gul hevdîtinên navbera partiyên tirk ên namzediya serokomariya Tirkiyeyê û rewşa dawî ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

    Abdullah Gul
    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Rojnamevan û nivîskarê Cumhuriyetê Erdem Gul ji bo hevdîtinên namzediya serokomariyê yê nava partiyên got: "Li gor dîtina min, CHP serî pêşî dixwaze fêr bibe gelo wê muxalefet bikaribe li ser namzedekî hevpar li hev bike û niha ji bo vê hewl dide. Li gor wêneyê ku xuya dike hê jî Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşener bere paş ling navîtiye û dev ji namzediya xwe bernedaye."

    ‘NAVÊ GUL JÎ DI NAVA NAMZEDAN DE HEYE'

    Nivîskar Erdem Gul di axaftina xwe de got: "Wek tê zanîn îro li Stenbolê civîneke girîng heye, Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu û serokomarê berê Abdullah Gul hevdîtinekê lidar dixin, di heman demê de îro li Enqereyê jî ji bo diyarkirina namzediya serokomariyê hevdîtinek ji aliyê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşener ve tê lidarxistin. Eger di encama hevdîtinan de lihevkirinek çêbibe, ez dikarim bêjim di nava namzedên serokomariyê de navê Abdullah Gul jî heye."

    ‘FORMULA KU BILA GUL BIBE NAMZEDÊ CHP Û PARTIYA SAADETÊ TÊ NIQAŞKIRIN'

    Erdem Gul di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hinek aliyên ku eger Meral Akşener dev ji namzediyê bernede û tevlî hevkariyê nebe jî bila Abdullah Gul bibe namzedê CHP û Partiya Saadetê jî dibêjin hene û niha formul bi cidî tê nîqaşkirin. Li gor zanyariyên ku min bi dest xistine ev formul niha di nav aliyan de tê axaftin û îhtîmala ku lihevkirinek derkeve heye. Piştî hevdîtinan wê encamek çawa derkeve, li hev kirin dê bibe an, ev jî di nava 24 an jî herî dawî 48 seetan de zelal dibe."

    ‘GUL NABE NAMZED'

    Gul di dirêjiya axaftina xwe de ji bo namzediya Abdullah Gul got: "Ez bawer nakim Gul bê hevkariyekê bi tena serê xwe bibe namzed. Ya temamê muxalefetê herî kêm ji muxalefetê piştgiriya çend partiyan jî bistîne dibe bibe namzed. Gul dê naxwaze tenê wek namzedê Partiya Saadetê derkeve meydanê ji bo ku ew daxwaza piştgiriyeke berfireh dike. Wek min niha jî got, IYI Partî piştgirî nede jî eger CHP û Partiya Saadetê bêjin erê dê bibe namzed, lê Gul bi piştgiriya partiyeke tenê nabe namzed."

    Bi heman mijarî:

    Dibe ku Erdogan û Gul bên ba hev
    ‘Gul, bi daxuyaniyek wek manîfestoyê dê derkeve qada hilbijartinê'
    Ekîba nû ya Abdullah Gul diyar bû
    Şevê din mêvanê suprîz ê Abdullah Gul kî bû?
    ‘50 parlamenterên AKPê îstîfa dikin û Gul jî ji Partiya Saadetê namzed nîşan didin'
    Karamollaoglu bi Akşener û Abdullah Gul re hevdîtinekê pêk tîne
    Etîketan:
    Namzediya Serokomariyê, Abdullah Gul, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de