20:51 20 Gulan 2018
    Mustafa Ozçelik

    Derheqê Serokê PAKê Ozçelik û Hanifî Turan de doz hat vekirin

    © Sputnik /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Serdozgeriya Komarî ya Wanê derheqê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik û endamê rêvebir ê partiyê Hanifi Turan de doz vekir.

    Li gor zanyariyên berdest, Serdozgeriya Komarî ya Wanê derheqê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik û Endamê Komîteya Revebirîya Navendî yê PAKê Hanifi Turan de li gor qanûna dijteror ya bi hêjmara 3713yan doz hate vekirin.

    Serokê Gişti yê PAKê Mustafa Ozçelik û Endamê Komîteya Revebirîya Navendî yê PAKê di roja 17.12.2017an de li Wanê di konferansekê de axaftibûn. Ji ber van axaftinê Mustafa Ozçelik, li Midûriyeta Ewlehî ya Stenbolê û Hanefî Turan jî li Midûriyeta Ewlehî ya Amedê îfade dabûn. Piştî îfadedayînê derheqê Ozçelik û Turan de doz hat vekirin.

    Danişîna yekemîn ya dadgehê di 11ê Hezîrana 2018an de wê li Stenbolê pêk were.

    Bi heman mijarî:

    Serokê PAKê Ozçelik serdana PDKÎyê kir
    Serokê PAKê Husên Yezdanpena rastî êrîşekê hat
    Serokê PAKê: Tifaqa AKP-MHPê tifaqa şerî ye
    Şandeya HDP-DBPê çû serdana PAKê
    Endamê Meclîsa PAKê Ermiş hate desteserkirin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de