16:35 20 Gulan 2018
    Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê

    Firînên navbera Amed û Hewlêrê dîsa dest pê dikin

    © AFP 2018 / SAFIN HAMED
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku ji ber fuara zêr û gewher firînên navbera Amed û Hewlêrê piştî 8 mehan di 27ê Nîsanê de dîsa dest pê dikin.

    Li gor zanyariyên berdest, ji ber fuara zêr û gewher firînên navbera Amed û Hewlêrê piştî 8 mehan di 27ê Nîsanê de dîsa dest pê dikin. Firînên Amed û Hewlêrê piştî biryara lidarxistina referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê hatibûn rawestandin.

    Piştî 8 mehan firînên hewayî yên Amed û Hewlêrê dest pê dikin. Firîn di 27ê Nîsanê de têne destpêkirin û piştî destpêkê bi du rojan çûnûhatin bi awayekî rêkûpêk wê dewam bike.

    Hikûmeta navendî ya Bexdayê di 29ê Îlonê de firînên hewayî yên balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê rawestandibû. Piştî hevdîtinan firînên bi awayekî qismî hatin destpêkirin. Firîna pêşî ya Stenbol û Hewlêrê jî di 26ê Adarê de dest pê kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Balafirxaneya leşkerî ya Sûriyeyê rastî êrişa moşekî hat
    Balafirxaneya navdewletî ya Kurdistanê sibe vedibe
    Balafirxaneya Londrayê ji ber dîtina bombeyekê hat girtin
    Ala Talebanî: Balafirxaneya Silêmaniyê vedibe
    Ji Îsraîlê bo êrişa nêzî balafirxaneya Şamê daxuyanî
    Li nêzî balafirxaneya navnetweyî ya Şamê teqîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de