11:44 23 Gulan 2018
    Bînalî Yildirim

    Yildirim: Em ji Ewropayê dûr nakevin û Ewropa nikare têkiliyan bi Rûsyayê re bibire

    © AP Photo / Eckehard Schulz
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim daxuyand ku Tirkiye ji ewropayê dûr nakeve û ewropa nikare bi Rûsyayê re têkiliyan bibire.

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim piştî civîna Nueva Economia Forum ku li Madridê hat lidarxistin bersiv da pirsen rojnamevanan. Yildirim got: Ji bo YEyê em ê bi biryar têkiliyên xwe bimeşînin, pêşdeçûna têkiliyên me yên bi Rûsyayê re ne alternatîfa YEyê ye.

    Yildirim derbarê pêkhateyên li Deryaya Spî de got: "em dixwazin ku Deryaya Spî ji bo zarok û ti mirovan nebe cihê xizaniyê. Em dixwazin bibe cihê aştî û dostaniyê, ji ber vê berpirsyariya Tirkiye û Spanyayê zêde ye."

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Yildirim li ser mijara Sûriyeyê jî sekini û wiha got: "Bi avakirina dîwarên li sînoran û bi şidkirina ewlehiyê ve mijar nayê çarserkirin, berpirsê pirsgirêka Sûriyeyê ne em in, yê destpêkê jî ne em in, lê yê ku encamên wê dijîn û bedelê didin em in."

    Bi heman mijarî:

    'Yildirim, Soylu û Albayrak neketin lîsteyê'
    Ji Yildirim a HDPyî re 7 sal û 6 meh cizayê girtîgehê
    ‘Biryara hilbijartinê pêşwext hefteya borî di civîna Yildirim û Bahçeli de hat wergirtin'
    Ji Yildirim bo Yûnanistanê: Em ê bersivê bidin
    Yildirim derbarê êrişa Sûriyê de daxuyaniyek da: Tevgera derengmayî
    Yildirim ji bo daxuyaniya Trumpî: Dest ji şerê kolanan berdin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de