01:38 26 Gulan 2018
Abdullah Gul, Recep Tayyip Erdogan

Dibe ku Erdogan û Gul bên ba hev

© Sputnik /
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Serokomarê berê yê Tirkiyeyê Abdullah Gul ku navê wî ji bo namzediya serokomariyê derbas dibe û herkes bi meraq li bendeyi biryara wî ye, di 5ê Gulanê de ji bo beşdarbûba daweta qîza Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê Mehmet Ozhaseki hat vexwendin. Tê payin ku Recep Tayyip Erdogan û Abdullah Gul dibe ku di dawetê de bên ba hav.

Serokomarê Tirkiyeyê û serokê giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan di 5ê Gulanê de piştî vekirina nexweşxaneya bajêr wek şahidê nîkahê dê beşdarî daweta qîza Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê Mehmet Ozhaseki ku di saetên êvarê de bê lidarxistin bibe. Ji aliyê din ve jî tê meraqkirin serokomarê berê yê Tirkiyeyê Abdullah Gul ku ji bo heman dawetê hatiye vexwendin dê beşdarî dawetê bibe an na?

Tê payin ku di beşdarbûna Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Abdullah Gul de îhtîmala şahidbûna wan heye ku li ser maseyekê bicivin. Hat ragihandin ji xeynî herdu navan gellek erkanên dewletê dê beşdarî dawetê bibin.

Bi heman mijarî:

‘Gul, bi daxuyaniyek wek manîfestoyê dê derkeve qada hilbijartinê'
Ekîba nû ya Abdullah Gul diyar bû
Şevê din mêvanê suprîz ê Abdullah Gul kî bû?
‘50 parlamenterên AKPê îstîfa dikin û Gul jî ji Partiya Saadetê namzed nîşan didin'
Karamollaoglu bi Akşener û Abdullah Gul re hevdîtinekê pêk tîne
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de