20:53 20 Gulan 2018
    Abdullah Gul

    ‘Gul, bi daxuyaniyek wek manîfestoyê dê derkeve qada hilbijartinê'

    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nivîskarê Rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi derbarê namzediya Serokomarê 11em yê Tirkiyeyê Abdullah Gul de nivîsand û agahiyên balkêş ragihand. Li gor daneyên selvi, Gul plan dike ku bi daxuyaniyek wek manîfestoyê derkeve qada hilbijartinê. Di manifestoya Gul de pergala parlamenteriyê, aborî û destûra bingehîn heye.

    Abdullah Gul
    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Di qunciknivîsa nivîskarê Rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi de hat eşkerekirin ku Serokomarê Tirkiyeyê yê berê Abdullah Gul xwe ji bo namzediyê amade dike û bi daxuyaniyek wek manîfestoyê dê derkeve qada hilbijartinê: "Gul dê di manifestoya xwe de cih bide paşdeanîna pergala parlamenteriyê, Lijneyek Wezîran ya alternatif bo aboriyê û pêşnûmeya destûra bingehîn."

    Selvi ragihand ku kûlîsên AKPê bi Abdullah Gul ve tevlî hev bûye û çavê Gul jî ji aliyekî ve li Meral Akşenerê ye.

    Abdulkadir Selvi di nivîsa xwe de cih da hevdîtina Gul û serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê Ahmet Davutoglu jî: "Hevdîtina serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu û Abdullah Gul AKP tevgerdar kir. Tê payin ku pêşniyaza hevdîtinê ji Gul hatiye. Tê îdikairin ku Gul bi çavekî erênî li namzediyê dinhêre û li gor hilbijartinên berê jî bi biryartir e."

    Bi heman mijarî:

    Ekîba nû ya Abdullah Gul diyar bû
    Şevê din mêvanê suprîz ê Abdullah Gul kî bû?
    ‘50 parlamenterên AKPê îstîfa dikin û Gul jî ji Partiya Saadetê namzed nîşan didin'
    Karamollaoglu bi Akşener û Abdullah Gul re hevdîtinekê pêk tîne
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de