20:53 20 Gulan 2018
    Ümit Özdağ - Meral Akşener - Sinan Ogan

    Ji Meral Akşener daxuyaniya namzediyê

    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşener di axaftina xwe ya ji bo namzediya serokmariyê de ragihand ku helwesta min zelal e û ez ji bo Abdullah Gul venakişim.

    Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşener di axaftina xwe ya ji bo namzediya serokmariyê de ragihand ku helwesta min zelal e û ez ji bo Abdullah Gul venakişim. Bila Gul jî bibe namzedê serokomariyê û ez bi namzediya wî kêfxweş dibim.

    Meral Akşener di hevpeyvîna xwe ya Umut Erdemê rojnameya Hurriyetê de ji bo namzediya serokomariyê got: "E saleke di siyasetê de tiştên girîng dibêjim û ez namzedim û wiha derketim pêşberî gel. Helwesta min zelal e û namzedim. Ez venakişim. Xwezî Abdullah Gul jî bibe namzed, ez ê pê kêfxweş bibim. Rêbazeke çawa dê were dîtin nizanim, lê dev ji namzediyê bernadim."

    Hêjayî gotinê ye ku Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu ji bo qanihkirina Akşener duhî hevdîtinek li dar xistibûn.

    Bi heman mijarî:

    Temelli: Alîgirên me deng nadin Meral Akşener
    Karamollaoglu bi Akşener û Abdullah Gul re hevdîtinekê pêk tîne
    Akşener li Batmanê çarika spî da serê xwe got: Me bi jinan re tifaq kiriye
    Akşener ji Emine Erdogan re got: Ji ‘efendî’ re bibêje bila hinekî li malê rûne
    Akşener dengên kurdan xwest: Alternatîva PKK û AKPê IYI Partî ye
    Navê partiya Meral Akşener eşkere bû
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de