17:01 26 Gulan 2018
Hevserokên HDPê Pervin Buldan û Sezai Temelli

Temelli: Alîgirên me deng nadin Meral Akşener

Navenda giştî ya HDPê
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Hevserokê HDPê Sezai Temelli di axaftina xwe ya ji bo namzedê hevpar ê hilbijartina 24ê Hezîranê ragihand ku alîgirên me deng nadin Meral Akşener.

Selahattin Demirtaş
© AP Photo / Petros Giannakouris
Hevserokê HDPê Sezai Temelli di axaftina xwe ya ji bo namzedê hevpar ê hilbijartina 24ê Hezîranê ragihand ku alîgirên me deng nadin Meral Akşener, em ê bi namzedên xwe têkevin hilbijartinê û di nava namzedan de Selahattin Demirtaş jî heye.

Sezai Temelli di berdewamiya axaftina xwe ya rojnameya Hurriyetê de got: "Divê tura pêşî her kes namzedê xwe derîne. Ji bo namzedên bihêz deriyê tura duyemîn vedibe. Muxalefet dikare li ser namzedekî hevpar li hev bike. Alîgirên me deng nadin Akşener. Divê hemû partî tura duyemîn li ber çav bigrin û namzedên ku nîşan bidin bila bikaribe her kesî himêz bike."

Temelli di dirêjiya axaftina xwe de ji bo pirsa ‘hûnê deng bidin Abdullah Gul' got: "Ev neketiye rojeva me, lê siyasetmedarekî birêz e em dikarin binirxînin. Heta niha me pêwendiyek nedîtiye. Em ê namzedê xwe derînin. 3ê Gulanê namzedê me eşkere dibe û di nava namzedan de Demirtaş jî heye."

Bi heman mijarî:

Temelli: Li Efrînê sivîl tên kuştin
Temelli: Li Tirkiyê zilm heye, werin bi Newrozê em bi yek bin
Rojnamevanên Sûrî yên piştî hevpeyvîna bi Temelli re hatibûn desteserkirin, hatin berdan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de