07:55 25 Gulan 2018
    Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan

    Ji Erdogan daxuyaniya leşkeriya bi bedêl

    Serokomariya Tirkiyeyê / Yasin Bulbul
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di daxuyaniya xwe de ragihand ku berî hilbijartinê mijara leşkeriya bi bedêl rast nabînim.

    Li gor nûçeya Turan Yilmazê rojnameya Hurriyetê, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe ya Lijneya Rêvebir a Navendî de ji bo bendewariya leşkeriya bi bedêl got: "Di rewşa hilbijartinê de rojeva leşkeriya bi bedêl rast nabînim."

    Serokomar Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de ji bo parlamenterên ku li benda wezîrtiyê ne got: "Bila kes li benda îşareta nemîne, kesê bixwaze bibe namzed bila biryara xwe bide."

    Erdogan di dirêjiya axaftina xwe de bangî şaredar û serokê şaxan kir û got: "Hetanî îşaret neyê dayîn bila kes dev ji wezîfeya xwe bernede. Dema pêwist çêbû em ê bangî we bikin."

    Bi heman mijarî:

    Arinç û Erdogan civiyan: Em li ser her tiştî axivîn
    Erdogan: Em ê Minbic û Til Rifetê bi riyên dîplomasî kontrol bikin
    Erdogan bertek ji tifaqa CHP û IYI Partiyê re nîşan da: Ev felaketeke rastîn e
    ‘Vê carê me Erdogan xapand'
    HDP bo Erdogan: Qeyûman namzed nîşan bide
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de