16:39 20 Gulan 2018
    Abdullah Gul

    Ekîba nû ya Abdullah Gul diyar bû

    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ekîba serokomarê berê Abdullah Gul ku tê gotin wê bibe namzedê muxalefetê diyar bû. Di ekîba Gul de siyasetmedarên AKPeyî yên girîng wek Babacan, Ergin û Atalay jî hene.

    Ekîba serokomarê berê Abdullah Gul ku tê gotin wê bibe namzedê muxalefetê hêdî hêdî eşkere dibe. Di ekîba Abdullah Gul de siyasetmedarên AKPeyî yên girîng wek Eli Babacan, Sadullah Ergin û Beşir Atalay jî hene.

    Li gor nûçeya Hande Firat a rojnameya Hurriyetê ku dispêre kulîsan, Abdullah Gul duhî bi serokwezîrê berê û Parlamenterê AKPê yê Konyayê Ahmet Davutoglu re ji bo namzediya xwe danûstandin û daxwaza piştgiriyê kir. Li gor îdîayan Davutoglu soza piştgiriyê nedaye.

    Gul îro bi Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu re hevdîtinekê li dar dixe.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Şevê din mêvanê suprîz ê Abdullah Gul kî bû?
    ‘50 parlamenterên AKPê îstîfa dikin û Gul jî ji Partiya Saadetê namzed nîşan didin'
    Karamollaoglu bi Akşener û Abdullah Gul re hevdîtinekê pêk tîne
    Abdullah Gul jî ket nava denklemê û rewşa wî hetanî çend seetan diyar dibe
    'Dengdêrên CHPê li pişt Gul nasekinin, namzetiya Gul wê bi kêrî Erdogan were'
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de