04:31 28 Gulan 2018
Parlamentoya Tirkiyeyê

Pakêta guhertinên di hilbijartinên Tirkiyê de hat pesendkirin

© REUTERS / Umit Bektas
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Parlamentoya Tirkiyeyê qanûneke ji 10 xalan pêk tê ya ji bo hilbijartinan pesend kir.

Di pakêta yasayên hilbijartinan de hinek guherîn hatin kirin ku dê hemwelatiyên li derveyî Tirkiyeyê bikaribin di maweya 38 rojan de dengên xwe bidin.

Li gor qanûna hatiye pesendkirin, dê hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê di heman rojê de birêve biçin û ger cihê serokomar bi her çi sedemekê vala bibe jî dê di nav 45 rojan de hilbijartina serokomariyê bê encamdan.

Herwiha di pakêta qanûnên hilbijartinê de hejmara parlamentaran ji 550 bo 600 kursiyan hat zêdekirin û temenê namzedbûna parlamentariyê jî bû 18 sal.

Di qanûna hilbijartinan tê diyarkirin ku dê dengdana li derveyî welat heta 3 roj ji hilbijartinan re bimînin berdewam bike û kesê bibe namzedê serokomariyê dê nikaribe di heman demê de bibe namzedê parlamentariyê.

Bi heman mijarî:

Iraqê ji Herêma Kurdistanê re 317 milyar dînar şand
Bavê 9 zarokan nemêr derket
Rûsyayê li Hmeymimê çend armancên hewayî rûxandin
Li Girê Spî 108 girtî hatin berdan
Ji Macron peyama 1915an: Fransa, Rûsya û Brîtanyayê hîn wê demê wek sûc pênase kirin
Amerîka: YPG ji bo şerê DAIŞê bike ji nû ve vedigere herêma Firatê
Trump ji bo bûyerên 1915an ên 'qira ermenan' got, felaketa mezin!
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de