04:36 28 Gulan 2018
AK Partî

Arinç û Erdogan civiyan: Em li ser her tiştî axivîn

© REUTERS / OSMAN ORSAL
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Cîgirê berê Serokwezîr û Serokê berê yê Parlamentoya Tirkiyeyê Bulent Arinç bi Serokmarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan re civiya.

Arinç beriya civînê ragihandibû ku li ser vexwendina Erdogan ew hatiye Navenda Giştî ya AK Partiyê.

Bulent Arinç ku yek ji avakar û serkirdeyê AK Partiyê bû û niha jî di ti wezîfeyeke partiyê de cî nagire, piştî civîna ligel Erdogan ragihand ku ti nîyeta wî nîne vegere siyasetê û got, "Em li ser her mijarê axivîn. Nabe ez daxuyaniyekê li ser naveroka hevdîtinê bidim. Em axaftinên xwe yên taybet wek mahrem dinirxînin."

Arinç herwiha diyar kir ku ew endamekî baş yê AK Partiyê ye û ti caran nakeve tevgereke ku ziyanê bigihîne partiyê û serokê wê.

Bi heman mijarî:

Berpirsekî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Hewlêrê hat kuştin
Trump: Serokê Koreya Bakûr Kîm mirovekî zelal û bi rûmet e
Erdogan: Em ê Minbic û Til Rifetê bi riyên dîplomasî kontrol bikin
Kislanek ket nava rê û çûnûhatin rawestand
Pêşkêşvanên jin ên werzîşê yên rûsî poz dane Playboyê: Ji xwendekaran re surprîzên me hene
Etîketan:
Arinç, Erdogan, AK Partî, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de