07:00 26 Gulan 2018
Recep Tayyip Erdogan

Erdogan: Em ê Minbic û Til Rifetê bi riyên dîplomasî kontrol bikin

© AFP 2018 / ADEM ALTAN
Tirkiye
Lînkê kurt
0 04

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan ragihand ku wan bi riya opersyona li dijî Efrînê û Mertala Firatê gelek dever azad kirine û got: "Emê operasyonên xwe yên serbazî li dijî YPGê berdewam bikin, lê deverên Til Rif'et û Minbic em ê bi riyên dîplomasî kontrol bikin".

Erdogan di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî û diyar kir ku eger xebatên wan yên dîplomasî encamên xwe bi dest neynin, wê demê ew ê gavên din bavêjin.

Ev demeke dirêj e ku Tirkiye bi hemû awayî fişaran li Amerîka dike ku HSD kontrola herêma Minbicê bide wan û şervanên YPGê ji wir bên derxistin. Herwiha YPG jî teqez eşkere dike ku şervanên wan li herêmê nîn e û Tirkiye ji bo Minbicê kontrol bike, wan ji xwe re dike hincet.

Bi heman mijarî:

Ji MGKya Tirkiyê peyamên Minbic, Şingal û Qendilê
Erdogan: Ev kar bi Efrînê bidawî na be, piştre Idlib û Minbic hene
The Washington Post: Tirkan Efrîn girt, bila Minbic nede dû
France 24: Minbic amadekariyên şerî dike
Erdogan: Piştî Efrîne Minbic û dûre heta sînorên Iraqê
Etîketan:
kontrol, YPG, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de