17:05 26 Gulan 2018
Hevserokên HDPê Pervin Buldan û Sezai Temelli

Hevserokê HDPê: Ji ber guhên te giran in dema dibêjin rojbaş ji te were dibêjin ‘bonjour'

Navenda giştî ya HDPê
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Hevserokê HDPê Sezai Temelli bertek da gotinên Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Ismail Kahraman ku gotibû ‘tiştekî bi navê bajarên kurdan tine ye' û diyar kir ku "Parlamenterên te yên kurd hene. Gelo hûn qet hev du nabînin? Ji te re nabêjin rojbaş? Belê ji ber ku guhên te giranin, ji te werê dibêjin ‘bonjour'.

Doh Hevseroka HDPê Pervin Buldan û parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş di axiftina xwe ya parlamentoya Tirkiyeyê de gotina "parêzgehên kurdî" bi kar anî ku bû sedema devjeniyê di navbera Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Ismail Kahraman û Beştaşê de. Kahramanî got ku "tiştekî bi navê parêzgehên kurdan tine ye û ev der Tirkiyeyê." Hevserokê HDPê Sezai Temelli di civîna koma partiya xwe de bersiv da Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê.

Temelli got: Serokê parlamentoyê diqîre dibêje ‘tiştekî bi navê bajarên kurdan tine ye'. Hûn bi dijminatî û tine hesibandina bajarên kurdan, heta hûn saxbin dê gav nekarin biavêjin bajarên kurdan û ji wan deran deng bistînin. Dê tabeleyên partiya we jî fîrmayên kargoyê daliqînin. Sînorê we heta bajarê Osmaniyeyê ye, ji wir pê de hûn nekarin biçin.

Bi heman mijarî:

CHP: Pêwist e HDP jî beşdarî tifaqa biratiyê bibe
HDP bo Erdogan: Qeyûman namzed nîşan bide
HDP: Ne hilbijartina pêşwext e, hilbijartina panîkê ye
HDP: Êdî dema têkbirina AKPê hatiye
PDK: Barzanî amade ye ji bo HDP û dewleta tirk navbeynkariyê bike
Etîketan:
bajêr, kurd, Sezai Temelli, Ismail Kahraman, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de