16:45 20 Gulan 2018
    Konseya Ewropayê

    Konseya Ewropayê bangî Tirkiyeyê kir: Hilbijartinan bi paş bixin

    © AFP 2018 / DAMIEN MEYER
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Meclisa Parlamenterên Konseya Ewropayê (AKPM) di daxuyaniya xwe de ragihand ku hilbijartinên 24ê Hezîranê yên Tirkiyeyê ji bo ne li gor krîterên Ewropayê ne divê werin taxîrkirin.

    Komîsyona Kontrolker a Meclisa Parlamenterên Konseya Ewropayê li Strasbourgê di daxuyaniya xwe de ragihand ku guherandina qanûna hilbijartinê berî biryara hilbijartinê bi mehekê, dewamiya Rewşa Awarte, guman û ewlehiya hilbijartinan û biryara pusulayên bêmor dide nîşandan ku hilbijartin ne di rewşeke demokratîk de derbas bibe."

    Komîsyonê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Li gor pergala hişlbijartina nû ketina polîsan a ofîsên hilbijartinê cihê endîşeyê ye. Dema ku em şert û mert li ber çav werin girtin îhtîmala ku hilbijartin di rewşeke demokratîk de derbas bibe gelekî kem e û dê meşrûiyeta encam were pirsîn. Divê hilbijartin were paşxistin."

    Tu mûeiyîdeyeke biryara komîsyona Ewropayê tuneye, lê li seranserê Ewropayê biryarên Komîsyona Kontrolker a Meclisa Parlamenterên Konseya Ewropayê wek referans tê dîtin û sazî û dezgehên fermî jî piştgiriyê didin.

    Piştî biryara Komîsyona Kontrolker nayê gelo dê Ewropa ji bo hilbijartina Tirkiyeyê çavdêran bişîne an na. Tirkiye jî yek ji endamê Konseya Ewropayê ye û bi 18 parlamenteran tê temsîlkirin.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiyê ji bo Salih Muslim şermezarî da Konseya Ewropayê
    Salih Muslim li Parlementoya Konseya Ewropayê axivî: Tirkiye bi xwe re texrîbat anî
    Konseya Ewropayê: Em ji dirêjkirin û çarçoveya rewşa OHAL a li Tirkiyeyê nîgeran in
    'Divê Konseya Ewropayê diyalogê bi Rûsya û Tirkiyeyê re deyne'
    Ji Meclîsa Konseya Parlamentoya Ewropayê banga rawestandina operasyona Efrînê
    Konseya Ewropayê dest bi lêkolîna KHKyên dawiyê kir
    Etîketan:
    Komîsyona Kontrolker a Meclisa Parlamenterên Konseya Ewropayê, Tirkiye, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de