22:43 22 Gulan 2018
    Qedexe-polês-polîs-operasyon-desteserkirin

    Polîsê tirk ji avahiya ewlekariyê bi sedan çek dizîn û firotin

    © AP Photo / Hussein Malla
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Anteba Tirkiyeyê amûrên ku di çarçoveya lêpirsîna FETOyê de hatibûn bidestxistin ji aliyê polîsekî ve 50 debançe, 5 çekên lûledirêj, 13 şajor, 1000 fîşek, 30 telefonên bêrîkan û 7 komputer ji avahiya ewlekariyê ve hatibûn derxistin, piştre jî firotibûn.

    Li gor nûçeya Hurriyetê Miduriyeta Ewlekariya bajarê Antebê di çarçoveya lêpirsîna FETOyê de jina bi navê S. dema ku hat desteserkirin komputer û du telefonên wê winda bûn. Polîs H.Y bi îhtîmala ku cîhazên jina destserkirî winda bûye 5000 lîreyî tirk da jina bi navê S. lê piştî gilîkirina jinê şebekeya polîsan derket holê. Hat hînbûn ku H.Y amûrên kesên ku di çarçoveya lêpirsîna FETO de hatine desteserkirin ji avahiya ewlekariyê derxistiye û firotiye. H.Y jî di nav de 4 polîs hatin girtin.

    H.Y di îfadeya xwe de eşkere kir ku ji ber deynê selefxur yê 40 hezar lîreyî ku nema dikarîbû deynê xwe bida mecbûr ma ye ku vî karî bike. H.Y: "Ez li pereyan geriyam ti kesî pere nedan min, di sala 2006an de debançeya markaya Browningê min ji ewlekariyê derxist û bi 4000 lîreyî firot. Her ku selefxur pere dixwest min çek ji avahiyê derdixistin û difrotin û bi vî awayî min deynê xwe dida."

    Ya balkêş ew e ku heta roja ku bûyer derketiye holê ti kesî pirsa çekên hatine dizîn ne kirine û li gor îfadeya H.Y ji aliyê hin polîsên din ve jî çek hatine dizîn.

    Bi heman mijarî:

    Li 30 herêmên sînor qedexeya derketina derve hat ragihandin
    Serokê şîrketeke anketan: Rêjeya dengê Selahattin Demirtaş ji %15 ye
    Kalaşnîkov: Biryara îstîfayê aqîlane bû îhtîmala xwîn rijandinê hebû
    Li bareke kareokê şewat derket: 18 mirî û 5 birîndar
    Etîketan:
    ewlekarî, çek, debançe, biçavkirin, desteserkirin, Hurriyet, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de