21:00 22 Gulan 2018
    Dayikeke kurd a din wêneyê Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş daye destê xwe û beşdarî mitînga HDPê û ta Amedê bûye.

    Serokê şîrketeke anketan: Rêjeya dengê Selahattin Demirtaş ji %15 ye

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (96)
    0 30

    Serokê şîrketa lêkolînê ya SONARê Hakan Bayrakçi daxuyand ku hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş dibe ku di hilbijatinan de ji %15 dengan bidest bixe. Herwiha Bayrakçi da zanîn ku ji ber rewşa awarte (OHAL) hemwalatî bi tirsa ku ji kar wê bên avêtin fikra xwe ya rast newêrin eşkere bikin.

    Li gor nûçeya Haberturkê serokê şîrketa lêkolînê ya SONARê Hakan Bayrakçi derbarê rêjeya dengê Selahattin Demirtaş de da zanîn ku HDP divê bi namzetekî rast bikeve hilbijartinan, ji, bo partiyekê namzetekî xwedî bi hêz hewceye, ew kes jî Selahattin Demirtaş e, herwiha ji gotinên Demirtaş hat hezkirin, kesên MHPyî jî Demirtaş şopandin ku gelo ka dê çi bibêje.

    Bayrakçi li ser pirsa gelo ‘girtina Demirtaş bo HDPê awantaj e an dezawantej e' jî wiha got: "Bi ya min awantajek e, ji be ku li holê mexdûriyetek heye, heke di hilbijartinê de ji %12 werbigirta, êdî ew rêje ji %15 ye."
    Bayrakçi derbarê tifaqa mûxalefetê jî eşkere kir ku heke hilbijartina serokomariyê ji tûra duyem re bimîne, wê têkoşînek balkêş derkeve holê, lê divê li ser namzetekî rast li hev bikin.

    Mijar:
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (96)

    Bi heman mijarî:

    ‘50 parlamenterên AKPê îstîfa dikin û Gul jî ji Partiya Saadetê namzed nîşan didin'
    Karamollaoglu bi Akşener û Abdullah Gul re hevdîtinekê pêk tîne
    ‘Namzedê CHPê ya İnce yan jî Buyukerşen e'
    CHP: Pêwist e HDP jî beşdarî tifaqa biratiyê bibe
    Etîketan:
    tifaq, serokomarî, Hilbijartin, Demirtaş, Haberturk, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de