17:29 23 Gulan 2018
    Parlamentoya Tirkiyeyê

    ‘50 parlamenterên AKPê îstîfa dikin û Gul jî ji Partiya Saadetê namzed nîşan didin'

    © REUTERS / Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 30

    Serokê Şirketa Lêkolîner a Optimarê ku gelek caran anketên partiya desthilat jî çêdike Hilmi Taşdemir ragihand ku derdora 50 parlamenterên AKPê îstîfa dikin û Gul ji Partiya Saadetê namzed nîşan didin.

    Serokê Şirketa Lêkolîner a Optimarê ku gelek caran anketên partiya desthilat jî çêdike Hilmi Taşdemir di axaftina xwe ya televîzyona Haberturkê de got: "Nêzîkî 50 parlamenter ji AKPê îstîfa dikin û wê derbasî Partiya Saadetê bibin û Abdullah Gul wek namzedê serokomariyê nîşan bidin." Îdîa ji aliyê parlamenterê AKPê Burhan Kuzu ku ew jî tevlî bernameyê bibû ve hat derewandin.

    Hilmi Taşdemir di berdewamiya axaftina xwe ya ku dispêre siyasetmedarekî AKPeyî de got: "Hejmarek parlamenterên AKPê wê derbasî Partiya Saadetê bibin û bi biryara grûba parlamentoyê dê Abdullah Gul wek namzedê serokomariyê nîşan bidin."

    Parlamenterê AKPê Burhan Kuzu îdîaya Hilmi Taşdemir derewand, lê Taşdemir di dirêjiya axaftina xwe de got: "Îhtîmala ku ji CHPê jî hinek parlamenter herin Partiya Saadetê û li wir Abdullah Gul namzed nîşan bidin heye."

    Bi heman mijarî:

    Karamollaoglu bi Akşener û Abdullah Gul re hevdîtinekê pêk tîne
    ‘Namzedê CHPê ya İnce yan jî Buyukerşen e'
    YSK: Bernameya hilbijartinên 24ê Hezîranê ji partiyan re hat şandin
    Erdogan bertek ji tifaqa CHP û IYI Partiyê re nîşan da: Ev felaketeke rastîn e
    Serkirdeyekî siyasî yê Hûsiyan li Yemenê di êrişa esmanî ya siûdiyan de mir
    Etîketan:
    CHP, AKP, Abdullah Gul, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de