16:34 20 Gulan 2018
    Erdhej

    Li Semsûrê erdhej çêbû: Gelek bajar pê hejiyan

    © AFP 2018 / Richter magnitude scale
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Semsûrê erdhejeke bi pileya rixter a dijwariya 5.5an çêbû. Erdhejê li gelek bajarên Kurdan bandor kir û bû sedema tirs û panîkê.

    Enstîtuya Lêkolînên Erdhejê ya Çavdêrxaneya Kandillî ya Zanîngeha Bogazîçiyê ragihand ku li demjimêr 3.34an erdhejeke bi hêz li devera Samsat-Kirmacik a bajarê Semsûrê rû daye.

    Erdheja bi pileya rixterê ya 5.5an, ji 14.7 kîlometr ji kûrahiya erdê rû da.

    Bandora erdhejê li ser bajarên Amed, Mêrdîn, Batman û çend deverên din çêbû ku ev jî bû sedema panîkê û xelk derket derveyî avahiyan.

    Derbarê ziyanên erdhejê de ti zanyarî nehatine.

     

    Etîketan:
    Erdhej, Semsûr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de