11:49 23 Gulan 2018
    medyaya civakî-sosyal medya-facebook-twitter-instagram-youtube-whatsapp-telegram

    Li Tirkiyê ji bo 208 bikarhênerên medya civakî doz hat vekirin

    © Sputnik / Mevlut Oguz
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Tirkiyê di hefteyekê de ji bo 710 hesabên medya civakî lêpirsîn hat destpêkirin û ji bo 208 hesaban jî doz hat vekirin.

    Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê ragihand ku di navbera 16-23yê Nîsanê de li ser 710 hesabên medya civakî bi hinceta propagandaya terorê, heqareta li mezinên dewletê û parvekirinên nefreta ser gel û civakê geş kirine, lêpirsîn hatiye destpêkirin.

    Herwiha di daxuyaniya wezaretê de hat ragihandin ku ji bo 208 hesaban jî bi awayekî yasayî kar hatiye kirin û doz li xwediyê wan hesabên medya civakî hatiye vekirin.

    Hêjayî bibîrxistinê ye, Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê 26ê Sibata 2018an jî ragihandibû ku 845 kesên li ser medya civakî rexne li operasyona Efrînê kirine yan jî beşdarî çalakiyan bûne, hatine binçavkirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Em amade ne ji bo Sûriyê bi Amerîkayê re bikevin dîyalogê
    Li Kanadayê wesayîtekê bê serî ajot ser sivîlan: 10 kes mirin
    ‘Artêşa tirk nahêle termên bi dehan Efrîniyan werin definkirin’
    'Divê ti lekeyek li roja bîranîna qurbaniyên qira ermenan nekeve'
    Samara Arena
    Serkirdeyekî siyasî yê Hûsiyan li Yemenê di êrişa esmanî ya siûdiyan de mir
    Etîketan:
    Doz, Medya Civakî, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de