17:25 23 Hezîran 2018
Ala CHPê

CHP: Pêwist e HDP jî beşdarî tifaqa biratiyê bibe

© AFP 2018 /
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (188)
0 20

Endamê serkirdayetiya meclisa partiya CHPê Erdal Aksunger bang li HDPê kir û daxwaz kir ku di hilbijartinên pêşwext ên 24ê Hezîranê li Tirkiyê HDPê jî di nava 'tifaqa biratiyê' de cih bigire.

Serkirdeya meclisa partiyê Komariya gel (CHP) Erdal Aksunger bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku pêwist e HDPê jî di tifaqa biratiyê de cih bigire.

Aksunger di peyama xwe de got, "Partiya Komariya Gel ji ber berpirsyariya xwe ya damezirînêr ji bo astengî li pêşiya îradeya gel neyê derxistin gewdeyê xwe kiriye sîper. Pêwist e HDPê jî di vê tifaqa biratiyê de cih bigire. Em bibine yek û benda hilbijartinên daxine sifirê!"

​Hêjayî gotinê ye ku Partiya Komara Gel (CHP) dûhî bi IYI Partiyê re li parlamanetoya Tirkiyeyê li hev civiya bû û ji bo ku IYI partî bikaribe tev li hilbijartinên 24ê Hezîranê bibe, 15 parlamenterên CHPê ji partiya xwe îstîfa kiribûn û tev li IYI Partiyê bûbûn. Seroka IYI Partiyê Meral Akşener bi îmzeya wan 15 parlementeran bûbû berbijêrê Serokomariya Tirkiyê.

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (188)

Bi heman mijarî:

HDP bo Erdogan: Qeyûman namzed nîşan bide
HDP: Ne hilbijartina pêşwext e, hilbijartina panîkê ye
HDP: Êdî dema têkbirina AKPê hatiye
PDK: Barzanî amade ye ji bo HDP û dewleta tirk navbeynkariyê bike
HDP bi partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re civiya
CHP: Namzedê me yê serokomariyê roja sêşemê wê diyar bibe
CHP: Havênê mirovatiyê di dilê wan ên ku dibêjin ‘baş e ku teqe li Esad kirin’ tune ye
CHP: Leşkerên me têne kuştin û sûriyeyî jî kêfa xwe dikin
CHP ji bo tifaqê bi IYI Parti re hevdîtinek pêk anî
CHP: Bila çek rawestin û dayik negirîn
Etîketan:
Tifaqa Biratiyê, Hilbijarytin, Hilbijartinên Tirkiyê, Tifaq, Partiya IYI, CHP, HDP, Erdal Aksunger, tirkiye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de