11:51 23 Gulan 2018
    Partiyên kurdî-hilbijartin

    Hilbijartina pêşwext û têkiliya wan bi Efrîn û pêvajoya navbera PKK û Tirkiyeyê re?

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (97)
    0 20

    Nivîskar û rojnamevan Amberin Zamanê derbarê ihtimala destpêkirina pêvajoya çarseriyê di navbera PKK û Tirkiyeyê de, sedemên hilbijartina pêşwext li Tirkiyeyê û nerînên kurdan de nivîsî û diyar kir ku "kesê dengê kurdan bistîne, dê bi ser keve." Zamanê diyar kir ku "ti nîşanek tine ku pêvajoyeke nû dest pê bike."

    Zaman di malpera Dikenê ya tirkî de nivîsî ku di wê gotara xwe de balê dikişîne ser wan îdîayan ku dibe pêvajoya çareseriyê di navbera PKK û Tirkiyeyê de dest pê bikin. Amberin di nivîsa xwe de wiha dibêje, ti nîşanek tine ku tiştekî wiha dê çêbibe. Nivîskar derbarê mijarê de wiha dibêje: "Gava mirov li rewşê bi daneyên wê binere, nîşaneke biçûk jî tine ku niyeta Erdoganî heye bi ti awayî li gel tevegra siyasî ya kurdî ya ku Abdullah Ocalan pêşengiya wê dike re li ser maseyê rûnê."

    "ÎRAN Û TIRKIYEYÊ BI AWAYEKÎ ZIMNÎ LI SER OPERASYONA PKKÊ LI HEV KIRIYE"

    Nivîskar behsa lihevkirineke zimnî di navbera Artêşa Tirkiyeyê û Îranê dike ku Îranê qebûl kiriye, Artêşa Tirkiyeyê li ser sînorên Tirkiye, Îran û Iraqê têkeve herêma Xakurkê.

    Herwiha Amberin operasyona Efrînê, îdîayên bicîkirina cîhadîstan li Efrînê, sizakirina dîroknasa tirk Ayşe Hur ji ber tweeta derheqê kurdan de, xwestina girtina Hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim bi bîr tîne û dibêje: "navên payebilind ên girêdayî tevgera kurdî bi awayekî teqez red dikin ku AKPê li diyalogê digere."

    "ÇAR SEDEMÊN HILBIJARTINA PÊŞWEXT HENE; YEK JI WAN EFRÎN E"

    Amberin teqez dike ku çavkaniyên payebilind ên kurdan îdîayên ku AKP bi wan re pêwendî danîn red dikin û dibêjin ku "Bahçeli û Erdogan ji ber kêşeyên navxweyî biryara  hilbijartina pêşwext daye" û ew rayedar çar sedeman ji vê hilbijartinê re nîşan didin ku ew jî wiha ne:

    1. Ku qeyrana aboriyê dê kûrtir bibe. Nexasim ku maliyeta şerê Efrînê ya ku dê di mehên pêş de zêde bibe û dê bibe sedema berteka xelkê.

    2. Têkşkandina amadekariyên programa hevpar û namzetên hevpar ên partiyên dijberiyê.

    3. astengkirina bandora helmetên tevgera kurdî yên havînê li ser hilbijartinên bê.

    "BERÎ KU SERKEFTINA EFRÎNÊ BEROVAJÎ BIBE, XWEST HILBIJATINAN LI DAR XÎNE"

    4. Ihtimala ku di qada navdewletî de, nexasim li Sûriyeyê rewş li dijî Tirkiyeyê biguhere û di nava salekê de neçar bimîne ji herêmên li Sûriyeyê bi dest xistine vekişe, lewra xwestiye bandora vê jî li ser hilbijartinê asteng bike. Anku berî serkeftina Efrînê berovajî bibe, hilijartinê li dar bixe.

    "PIŞTÎ HILBIJARTINAN JÎ GOTÛBÊJ BI FORMATA BERÊ LI GEL OCALAN DEST PÊ NAKIN"

    Li gorî Amberînê, "rayedarên AKPê jî îdîayên ku temas li gel Ocalanî hebin red dikin û teqez dikin ku piştî hilbijartinan jî gotûbêj bi formata xwe ya berê li gel tevgera Ocalanî dest pê nakin, Ji ber Erdogan êdî bawer dike ku ji aliyê leşkerî û siyasî ve dikare PKK têk bibe. Dewleta pergala PYDê li Sûriyeyê jî ava kiriye wek tehdîdeke li ser hebûna xwe dibîne."

    "EGER ERDOGAN VÎ WELATÎ BINAV BIKE, DÊ REWŞ BI KÊRÎ KURDAN WERE"

    Nivîskar di berdewamiya nivîsa xwe de dibêje, eger kesek bixwaze li himberî Erdoganî bi ser keve û wî têk bibe, pêwîstiya wî bi dengê kurdan heye lê bila ti kes wisa nefikire ku kurd dê bi hêsanî dengê xwe bidin û wiha dewam dike: "Gelekî nexweş e lê rast e…Gelek ciwanên kurd ên nifşê nû ewqasî ji xeyala jiyaneke hevpar li gel tirkan dûr ketine, ew wiha difikirin ku Erdogan vî welatî bin av bike(bîne xwarê), dê bi kerî kurdan were".

    Mijar:
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (97)

    Bi heman mijarî:

    Reqemên Budçeya Tirkiyeyê a meha adarê eşkere bûn
    Civîna Çavuşoglu û Stoltenbergî: NATO li gel Tirkiyeyê ye
    Kremlinê bersiv da daxuyaniya Macronî ya Tirkiyeyê
    Pisporê rûs: Dewletên Rojava ji hevkariya Rûsya-Tirkiyeyê aciz in
    ‘Dibe ku îstîxbarat rojekê Gulen çavbandkirî bîne Tirkiyeyê'
    Di navbera Îran û Tirkiyeyê de teqes hat kirin
    Hikûmeta Tirkiyeyê ji bo hilbijartinên pêşwext bersiva Bahçeliyî da
    Etîketan:
    PKK, AKP, Amberin Zaman, Abdullah Ocalan, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de