00:24 25 Gulan 2018
    S-400 Triumf Pergala Parastina Hewayî S-400

    Şîrketa rûs Almaz-Antey di fûara Eurasia Airshow 2018an de ye

    © Sputnik / Pavel Golovkin
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şîrketa rûs Almaz-Antey, di tarîxa 25-29ê Nîsana 2018an de li bajarê Antalyaya Tirkiyeyê dê beşdarî organizasyona hewageriyê ya herî mezin a Tirkiyeyê bibe û berên xwe yê parastinê, derfetên teknîkî û xizmeta ku dide wê bi de nasîn.

    Di standa şîrketê de derbarê hewcedariyên herema Avrasyayê ya bi amûrên leşkeri yên nûjen bi hûrgulî bê vegotin û kompleksên parastina hewayî S-400 Triumf, Buk-M2E, Tor-M2E, Tor-M2KM û Tor-M2KM dê bên pêşandan. Herwiha di standê de derbarê çekên menzîldirêj S-400 Triumf û pergala parastina moşekan S-300BM Antey 2500 û Tor-M2KMan de dê bi vîdeoyan agahî bên dayin. Ji aliyê din ve ziyaretvan, derbarê modernizasyona ekîpmanên teknîk yên şîrketê û xizmetên restoreye de jî wê bên agahdarkirin.

    ​Şîrketa parastinê Almaz-Antey yek ji şîrketa pîşesaziya berevaniyê ya mezin a Rûsyayê ye ku xwediyê 130 hezar xebatkaran e. Berên şîrketê di envantera Artêşa 50 welatên cîhanê de cih digre.

    Bi heman mijarî:

    Herî zêde şîrketên Rûsyayê wê Di Eurasia Airshowê de cih bigrin
    Etîketan:
    Airport, berevanî, parastin, hewagerî, Almaz-Antey, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de