17:09 24 Gulan 2018
    Hilbijartin - Pisûleya dengan

    Nazmetê serokomariyê peyameke bi kurdî weşand

    © AFP 2018 /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Namzetê serbixwe yê hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê Tuna Bekleviç, ku ji Enqereyê ber bi Amedê dest bi 'Meşa Biratiyê' kir, gihîşt bajarê Kayeseriyê û li wir peyameke bi kurdî parve kir.

    Namzetê serbixwe yê hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê Tuna Bekleviç, ku yek ji parlamenterên berê yên AKPê bû û di heman demê de damezirînerê Partiya Hayirê bû, ji Enqereyê ber bi Amedê dest bi 'Meşa Biratiyê' kir.

    Bekleviç di vê meşa xwe de gihîşt bajarê Kayeseriyê û li wir peyameke kurdî parve kir. Bekleviç di peyama xwe de ev tişt gotin: "Akrobatê (cambaz) siyasetê Erdoğan, Kılıçdaroğlu vexwestiye kû bibe namzet. Bes berî wê Demirtaş'ê weke rehîne tê girtin berde dê rastir be. Ji roja 8'emîna meşa xwîşk û biratiyê slavên germ…"

    ​Bekleviçê ku peyama xwe paşê bi tirkî weşand, hewl dide bi qasî hezar kîlometroyan bimeşe û ji Enqerey3E bigihêje Amedê.

    Bi heman mijarî:

    YSKê partiyên dikarin tev li hilbijartinên Tirkiyeyê bibin eşkere kirin
    Biryara hilbijartinên pêşwext di Rojnameya Fermî de hat weşandin
    Amerîka: Li ser hilbijartinên pêşwext ên Tirkiyeyê fikarên me hene
    Prof. Yegen: Biryara hilbijartinên pêşwext biryara herî aqilane ye
    Bozdag: Hilbijartinên pêşwext yên 24ê Pûşbera 2018an hesabên qirêj xira kir
    Etîketan:
    Namzetê serokomariyê, Tuna Bekleviç, Amed, Kayseri
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de