22:44 22 Gulan 2018
    hdp-mîtîng

    Geverî ji Sputnik Kurdistanê re: Hîn biryareke fermî ji bo Demirtaşî nehatiye dan

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 0 0

    Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan Ziya Pîr îro ragihandibû ku di hilbijartina serokkomariyê de namzetê HDPê Selehattin Demirtaş e. Parlamenterê HDPê Adem Gever ji Sputnik Kurdistanê re ragihand ku ev daxwaza endamên HDPê ye lê belê ev biryar bi awayekî fermî nehatiye dan.

    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê yê Amedê Ziya Pir îro li ser televizyona ragihandibû ku wek partî namzedê wan ê yekemîn ji bo serokkomariya Tirkyeiyê Selahattîn Demîrtaş e.

    "DAXWAZA KESÊN DI NAV PARTIYÊ DE, DEMIRTAŞ E"

    Ji aliyê din ve, Parlamaneterê HDPê yê Wanê Adem Geverî derbarê mijarê de ji Sputnik Kurdistanê re diyar kir ku ev biryar ne biryareke fermî ya partiyê ye û wiha dewam kir: "Dibe ku ji aliyê hiqûqî ve astengiyan derxînin lewra dibe Demirtaş nebe namzet lê daxwaza kesên di nav partiyê de ew e ku Demirtaş bibe namzetê serokkomariyê."

    Herwiha Geverî diyar kir ku hîn partî dê bicive û dê biryara xwe ya dawî bide.

    Pir jî li ser hesabê xwe yê Twitterê agahiyên Geverî dane Sputnik Kurdistanê piştrast kirin û got:"Min ji televizyona Rûdawê re got ku hîn organên karbidest ên partiya me biryar di mijara namzetê serokkomariyê de nedaye lê navê birêz Demirtaş helbet di nav wan navan de ye yên ku tên gotûbêjkirin."

    "HDP TI HEVPEYMANIYÊ ÇÊNAKE"

    Pir dabû xuyakirin ku di hilbijartinên parlamenteriyê de ew nafikirin li gel ti partiyan din hevpeymaniyê çêkin û got: “Ji ber ku li gorî rapirsiyan HDP benda ji %10 a hilbijartinan derbas dike û dikare bi tenê bikeve parlamentoyê.”

    Li ser pirsa “Gelo eger Abdullah Gul bibe namzed hûn dê piştgirî bidin?” Ziya Pir got: “Abdullah Gul niha hîn nebûye namzed lewma ev pirs dibe spakûlatîv be. Lê eger Gul bibe namzet, alîgirên me jî êrênî dibînin ku em li hember Erdogan piştgirî bidin Gul.”

    Bi heman mijarî:

    HDP bo Erdogan: Qeyûman namzed nîşan bide
    HDP: Ne hilbijartina pêşwext e, hilbijartina panîkê ye
    HDP: Êdî dema têkbirina AKPê hatiye
    PDK: Barzanî amade ye ji bo HDP û dewleta tirk navbeynkariyê bike
    Etîketan:
    Demirtaş, namzet, hdp, serokkomarî, HDP, Ziya Pir, Selahettin Demirtaş, Adem Geverî, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de