20:52 20 Gulan 2018
    CHPê CHP

    'Du partiyên dijber ên Tirkiyeyê ji bo hilbijartinan li hev kir'

    © Foto : Navenda Giştiya CHPê
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Partiya Komara Gel û IYI Partiyê yên Tirkiyeyê li parlamanetoya Tirkiyeyê li hev civiyan. Hat ragihandin ku ji bo IYI partî bikare tev li hilbijartinan bibe, 15 parlamenterên CHPê dê îstîfa bikin û dê tev li IYI Partiyê bibin.

    Hat îdîakirin ku di encama civînê de herdu partiyan li hev kiriye û 15 parlamenterên CHPê dê derbasî IYI partiyê bibin. Tê ragihandin ku bi vê pêngavê dê koma IYI partiyê di parlamentoya Tirkiyeyê çêbibe û bi vî awayî dê bikare tev li hilbijartinan bibe.

    Niha 5 parlamenterên IYI partiyê hene û gava 15ê din tev li wê bibin, dê li gorÎ qanûnê bigihêje wê hejmarê ku bikare komekê ava bike û namzetê xwe yê serokkomariyê jî nîşan bide.
    Serwekîlê koma CHPê Engin Altayî di civîneke çapemeniyê de ev nûçe piştrast kir.

    Berdevkê aprtiyê Bulent Tezcanî jî teqez kir ku parlamenter dê bi talîmata Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdarogluyî îstîfa bikin.

    Bi heman mijarî:

    'YE ji bo Tirkiyeyê rapora xwe ya herî giran amade kir'
    Macron: Êrîşa li hemberî Sûriyeyê navbera Rûsya û Tirkiyeyê xera kir
    Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg li Tirkiyeyê dest bi hevdîtinan kir
    Reqemên Budçeya Tirkiyeyê a meha adarê eşkere bûn
    Civîna Çavuşoglu û Stoltenbergî: NATO li gel Tirkiyeyê ye
    Kremlinê bersiv da daxuyaniya Macronî ya Tirkiyeyê
    Pisporê rûs: Dewletên Rojava ji hevkariya Rûsya-Tirkiyeyê aciz in
    ‘Dibe ku îstîxbarat rojekê Gulen çavbandkirî bîne Tirkiyeyê'
    Etîketan:
    IYI Partî, CHP, Bulent Tezcan, Engin Altay, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de