05:33 22 Gulan 2018
    sandoq - Enqere - hilbijartin

    ‘Vê carê me Erdogan xapand'

    © REUTERS / Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Cîgirê Serokê Partiya IYI Aytun Çiray ragihand ku li ser pêşniyaziya hevjîna xwe dema beşdarbûna partiya xwe ya hilbijartinê bi zanebûn şaş eşkere kiriye û bi saya vê yekê wan beşdarbûna hilbijartinan bi dest xistiye.

    Cîgirê Partiya IYI Çıray ji medya tirkî re axift û sedema vê yekê wiha eşkere kir: Rojekê ez dixebitim. Hevjîna min got, ‘ez bim ez ê dîroka beşdarbûna partiyê bo hilbijartinan rast nenivîsim. Tu yê bibînê, hun kîjan dîrokê eşkere bikin dê beriya wê tarîxa hilbijartinan bikin. Hem bi vê yekê hun dê nêta wan jî fam bikin.'

    Çiray "Hîsên jinan xurt in. Lewra min rîsk stend û min eşkere kir ku Partiya IYI ji 28ê Hezîrên û pê de dikare beşdarî hilbijartinan bibe. Encamê hun dizanin ji xwe. Tarîxa hilbijartinan weke 24ê Hezîranê ragihandin. Me bi vê yekê me derxist holê bê tifaqa serayê çiqasî ji birêz Akşener ditirse. Ji (hevjîna xwe) Selminê re spas dikim. Çimkî Erdoganê ku herkes dixapand, vê carê me ew xapand."

    Çiray da zanîn ku ji bo ku partiyek bikaribe beşdarî hilbijartinan bibe divê herî kêm li nîvê bajarên birêxistin bûbe, beriya roja hilbijartinê kongreya xwe ya mezin li dar xistibe û dibêje partiya wan 10 Berfanbara 2017an kongreya xwe ya asayî lidarxistine û mafê beşdarbûna hilbijartinê bi dest xistiyê lê li ser pêşniyaziya hevjîna xwe dema beşdarbûna partiya xwe bi zanebûn şaş eşkere kir û bi saya vê yekê me mafê beşdarbûna hilbijartinan bi dest xist.

    Bi heman mijarî:

    CHP ji bo tifaqê bi IYI Parti re hevdîtinek pêk anî
    Akşener li Batmanê çarika spî da serê xwe got: Me bi jinan re tifaq kiriye
    Akşener ji Emine Erdogan re got: Ji ‘efendî’ re bibêje bila hinekî li malê rûne
    Akşener dengên kurdan xwest: Alternatîva PKK û AKPê IYI Partî ye
    Etîketan:
    Partiya IYI, Hilbijartinên pêşwext, Hilbijartin, Aytun Çiray, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de