11:42 23 Gulan 2018
    sandoq - Enqere - hilbijartin

    Biryara hilbijartinên pêşwext di Rojnameya Fermî de hat weşandin

    © REUTERS / Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (97)
    0 0 0

    Biryara hilbijartinên pêşwext a parlamentoyê û serokomariya Tirkiyeyê, ku dê di 24ê Hezîranê de were birêvebirin, di Rojnameya Fermî ya wî welatî de hat weşandin.

    Parlamentoya Tirkiyeyê biryar dabû ku di 24ê Hezîrana 2018an de ji bo parlamentoyê û serokomariyê hilbijartinên pêşwext werin lidarxistin. Ev biryara parlamentoyê di Rojnameya Fermî ya Tirkiyeyê hat weşandin û bi vî awayî ew hilbijartinên pêşwext dê di 24ê Hezîranê de werin lidarxistin.

    Di hejmara dubare ya rojnameyê de ev tişt hatin gotin, "Îro di danişîna 89an a Parlamentoya Tirkiyeyê de biryar aht dayîn ku hilbijartinên giştî werin dubarekirin û ev hilbijartin di 24ê Hezîranê de, roja yekşemê werin lidarxistin."

    Pêşnûmeya ji bo hilbijartinên pêşwext îro li Parlamentoya Tirkiyeyê bi 386 dengan hatibû qebûlkirin.

    Mijar:
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (97)

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Li ser hilbijartinên pêşwext ên Tirkiyeyê fikarên me hene
    Bozdag: Hilbijartinên pêşwext yên 24ê Pûşbera 2018an hesabên qirêj xira kir
    Prof. Yegen: Biryara hilbijartinên pêşwext biryara herî aqilane ye
    HDPê bi govendê pêşwazî li hilbijartinên pêşwext kir!
    Etîketan:
    hilbijartinên pêşwext, Rojnameya Fermî ya Tirkiyê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de