00:37 25 Gulan 2018
    Dayik-Bangewaziya bo Heskîf û Sûrê

    Bangawaziya bo Heskîf û Sûrê: Hilweşîna çandî û dîrokî rawestînin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Rêxistinên hawirdor ji bo Heskîf û Sûrê bi minasebeta 28ê Avrêlê Roja Çalakiyên Kurevî ya Sûr û Heskifê de, li 20 welatan dê çalakiyên hemdemî li darbixin. Hevberdevkê Platforma Sûrê Talat Çetinkaya got, "Destûrê nedin komkujiya bajar û xwezayê, xwedî li çand, xweza û dîroka hevpar derkevin, em bang li raya giştî dikin."

    Rêxistinên hawirdor ji bo Heskîf û Sûrê bi minasebeta 28ê Avrêlê Roja Çalakiyên Kurevî ya Sûr û Heskifê de li gellek bajarên cîhanê dê çalakiyan li darbixin. Rêxistinên derdorê di 28ê Avrêlê de li dijî wêrankirina Heskif û Sûrê dê li 20 welatan çalakiyên hemdemî li dar bixin. Ji bo parastina Heskîf û Sûrê Platforma Sûrê, Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya, Înîsiyatifa Rizgarkirina Heskifê, Platforma Piştevaniya Sûrê a Stenbolê, Meclîsa Munzur Bila Azad Biherike ji bo çalakiyên hemwext dest bi xebatên xwe kirin.

    ‘HILWEŞÎNA ÇANDÎ, EKOLOJÎK Û DÎROKİ RAWESTÎNIN'

    Hevberdevkê Platforma Sûrê Talat Çetinkaya têkildarî mijarê de axivî û got "Di van çalakiyan de bi dirûşmeyên 'Bila qedexeyên li Sûrê bên rakirin, Sûr bijî, welatiyên Sûrê vegerin malên Xwe! Bila hilweşandin û Cihguhertina Heskîfê Raweste, Çemê Dîcleyê Azad Biherike! Hilweşîna çandî, ekolojîk, polîtîk û dîrokî ya li Sûr û Heskîfê Rawestînin! Destûrê nedin komkujîya bajar û xwezayê, xwedî li çand, xweza û dîroka hevpar derkevin em bang li raya giştî dikin. Ji bo em daxwazên xwe bînin ziman di 28ê Avrêlê de li Tirkiye û 20 welatan û çend navendên ku me destnîşan kirine gelek hunermend, nivîskar, tevgerên ekolojî û hawirdorê, tevgerên bajaran, rêxistinên Jinan, saziyên sivîl, platform, însiyatîf û partiyên siyasî, sendîka, rêxistinên pîşeyî û odeyên hestewar hatine vexwendin û çalakiyên cihêreng ên cûrbecûr bên lidarxistin."

    BERNAMEYA ÇALAKIYÊN LI BAJARÊ AMEDÊ

    Çetinkaya wiha berdewam kir: "Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li cihê lê dijîn beşdarî van çalakiyan bibin û xwedî li bajarên kevnar Sûr û Heskîfê yên li kêleka Çemê Dîcleyê bi hezaran salan mazûvanî ji mirovahiyê re kirin e derkevin. Çalakiya ewilî pêşniyar û daxwazên welatiyên Sûr û Heskîfê, kesên pispor û yên dildarê van bajaran, li ser rewşa rojane ya van herdu bajaran komkirine bi daxuyaniya çapemeniyê ji raya giştî re aşkere bikin. Daxuyanî seat di 12.00'an de dê li ber Ulucamî ya Sûrê bê dayîn. Piştî daxuyaniyê bi hunermend û heyeta ji derve hatine re biçin taxên Alipaşa û Lalebey ên ku veguherandina bajar lê didomin û li wir lêkolînê bikin. Di seatên êvarê de jî li Sûrê helbest û muzîk bên guhdarkirin û belgefîlm bên pêşandan."

    Bi heman mijarî:

    Bajarê 12 hezar salan ‘Heskîf' di bin avê de dimîne
    'Xebatên hilweşandina Heskîfê xwezaya heremê dixe xetereyê'
    ‘Sûr dîroka Amedê ye û divê ev dîrok neyê xerakirin'
    SÛR - Li navçeyê li 6 kuçeyan qedexe hat rakirin!
    Etîketan:
    binav, hilweşandin, dîrok, sûr, heskîf, Sputnik Kurdistan, Talat Çetinkaya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de