00:28 25 Gulan 2018
    qezaya trafikê

    Wesayîta ku ji sersaxiyê vedigeriya qeza kir: 3 mirî û 9 birîndar

    УГИБДД ГУВД по Свердловской обла
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li navçeya Acipayama bajarê Denizli ya Tirkiyeyê wesayîta karkeran û otomobîla ku ji sersaxiyê vedigeriya li hev qelibîn. Di qezaya trafîkê de 3 kes mirin û 9 jî birîndar bûn.

    Bûyera qezaya trafîkê şevê din seet li derdora 00:30an li navçeya Acipayama bajarê Denizliyê qewimî. Otobusa karkeran ya bi plakeya 20 Ks 488 ku ajovanê wê Kamil Alkan bû bi otomobîla ku ajovanê wê Ajmet Ozirmak bû û ji sersaxiyê vedigeriya qelibî.

    Di bûyera qezayê de Ahmet Ozirmak, Cevriye Koca, Nurten Akkuş, Elif Ozirmak, Şaban Koca, Kamil Alkan, Nevriye Tosun, Halil Omek, Emine Ercan, Hasan Akin, Fatma Çakir û Nevret Dereli birîndar bûn. Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên Serinhisar û Acipayamê.

    Ji birîndaran Ajmet Ozirmak, Cevriye Koca û Nurten Akkuş li nexeşxaneyê digel hemû mudaxeleyan canê xwe ji dest dan û li gor zanyariyan rewşa Elif Ozirmak jî giran e.

    Bi heman mijarî:

    Li Êlihê qezaya trafîkê: 4 mirî û 11 birîndar
    Qezaya trafîkê li Zaxoyê: 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji des da
    Li Amerîkayê careke din qezaya helîkopterê qewimî: 2 leşker mirin
    Otela 100 salî ji ber qezaya otomobîlê herifi: 10 mirî û 2 birîndar
    Li Çorumê qezaya trafîkê: Bi dehan mirî û birîndar
    Şoygu derbarê qezaya li Sûriyeyê raportek pêşkêşî Pûtînî kir
    Etîketan:
    Li Denizliyê qezaya trafîkê, Denizli, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de