04:19 25 Gulan 2018
    Jineke kurd bi wêneyê Selahattin Demirtaş

    Selehattin Demirtaş: Bi qasê mohrekê canê wan maye

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (102)
    0 10

    Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku ev salek û nîv e girtîye, li ser hasabê xwe yê twîtterê di derbarê hilbijartinên pêşwext de peyam dan.

    • Demirtaş di twîttirê de van îfadeyan anî ziman: werin em bi destê hev bigirin, em van dubendiyana ji holê rabikin. Em hilbijartinê bikin daweta demokrasî û biratiyê. Hûn bawer bikin em ê bikaribin bikin.
    • Tirkiya xurt bi bi demokrasiya xurt mumkun e. Em dikarin hemû pirsgirêkên xwe, bi edalet û samîmiyetê çareser bikin.
    • Em ne mecbûrê xizaniyê, bêkariyê û birçîmayînê ne. Em li ser xezineya herî dewlemend ya dunyayê ne. Em dikarin hemû bi hev re hilberînin û parve bikin.
    • Ji hemû gotinên siyasetmedaran bawer nekin, ji yên min jî. Heta 24 Hezîranê hûne gelek direwan bibihîzin. Heqaret, îftira, kibir,…
    • Van kesana li berçevên xwe zêde mezin nekin. Hemû ji bi qasê mohrekê emrê wan heye. Bawer bikin em dikarin bikin; bawer bikin em bikin.
    • Di dilê xwe de cih nedin bedbînî, tirs û sistbûnê. Em bi hev re bêhtir bixebitin û hêviyên xwe biqulibînin rastiyê. Di hazîranê de ev havîn wê xweştir be. Bawer bikin wê bibe. Haydê em bikin.
    Mijar:
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (102)

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: Hibijartina pêşwext bivênevê ye, helwesta HDPê dê encamê diyar bike
    Parlamenterê CHPê: Demirtaş samîmî bû, loma îro di girtîgehê de ye
    Namzedê HDPê yê serokomariyê Demirtaş e an?
    Etîketan:
    Hilbijartina Berwext, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de