17:10 24 Gulan 2018
    HDP - Osman Baydemir

    Baydemirê ku parlementeriya wî hat betalkirin: Bi qasî serê derziyê jî li ber neketim

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Osman Baydemir li ser betalkirina mafê parlementeriya xwe got, bi qasî serê derziyê jî li ber neketim.

    Ji ber ku biryara dozgeriyê ya di derbarê Parlementerên HDPê Osman Baydemir Baydemir û Selam Irmak de bi encam bû, teskereya di derbarê wan de li parlementoyê hat xwendin û û parlementeriya wan hat betalkirin.

    ‘EZ SERBILIND IM'

    Baydemri têkildarê mijarê ji BBCya tirkî re axivî, "Ji ber biryarê ez serbilind im. Ev biryar dide nîşandan ku ew dîktatoriyê diparêzin, ev biryar dide nîşanda ku AKP faşîzmê diparêze û hemû pirên di navbera pêkvejiyanê de jinav dibe."

    Baydemir wiha berdewam kir, "AKP bi biryareke wiha mafê parlementeriya me xesb dike. Ev yek dide nîşandan bê çiqas ji aştiyê, demokrasî û azadiya ditirsin."

    ‘EW DÊ BI YASAYÊN KU WAN DERXISTINE WERIN DARIZANDIN'

    Baydemir: "Niha parêzbendiya me rakirin. Bi fezlekeyên derbarê min de de zêdetirî 30 sal tê xwestin. Ji vê re jî demokrasiya AKPê tê gotin. Bila tu kes ji bîr neke ku ew dê bi yasayên ku wan derxistine werin darizandin."

    Bi heman mijarî:

    Parlementeriya Irmak û Baydemir hat betalkirin
    Barzanî bo Baydemir: Kurdistan di dilê te be, tu jî di dilê me de yî!
    Baydemir: Sedema dagirkirina Kerkûk û Efrînê nakokiyên navbera siyasetmedarên kurd e
    Baydemir bo Herêma Kurdistanê: Ez li welêt im, welat jî dilê min e
    Baydemir: Kurd biçin li Marsê bibin xwedî dewlet, Enqere dîsa wê li dijî derkeve
    Cezayê zindankirina Osman Baydemir hat erêkirin
    Etîketan:
    demeokrasî, Faşîzm, Mafê parlementeriyê, Daraz, yasa, aştî, Daxuyanî, BBC tirkî, HDP, Osman Baydemir, Riha, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de