11:40 23 Gulan 2018
    Hevserokê Şaredariya Çinarê Ahmet Cengiz

    Hevşaredarekî DBPê sibê dikeve girtîgehê

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Hevserokê Şaredariya Çinarê Ahmet Cengiz yê ku salek û 5 meh û 15 roj ceza lê hat birrîn sibê dikeve girtîgehê. Cengiz got, "Di dosyayê de gellek kêmasî hebûn lê dîsa jî ceza hat dayîn û hat pesendkirin."

    Hevserokê Şaredariya Çinarê Ahmet Cengiz sibê dikeve girtîgehê. Cengiz ji ber doza bi hinceta ‘mûxalefeta qanûna kombûn û xwepêşandanê' li navçeya Çinarê dihat darizandin. Di encama darizandinê de dadgehê salek, 5 meh û 15 roj ceza li Cengiz birrî. Piştî cezayê dosyaya Cengiz şandin Dadgeha Îstinafê. Dadgeha Îstinafê cezayê Cengiz pesend kir. Cengiz sibê dê teslîm bibe û bikeve girtîgehê.

    ‘DI DOSYAYÊ DE GELLEK KÊMASÎ HEBÛN LÊ DÎSA JÎ CEZA HAT DAYIN'

    Cengiz têkildarî mijarê ji Ajansa Spûtnîk Kurdistanê re axivî û got, "Dadgeha Çinarê ceza birrî bû û me jî dosye şand Dadgeha Îstînafê. Dadgeha Îstînafê jî ceza pesend kir. Di dosyayê de gellek kêmasî hebûn lê dîsa jî ceza hat dayîn û hat pesendkirin. Ev ceza dihat taloqkirin lê dadgehê taloq nekir. Ji ber wê sibê ez ê biçim Girtîgeha Amedê ya Vekirî û cezayê xwe bikşînim. Razana cezayê hefteyek e lê piştre şertê kontrola edlî dest pê dike."

    Şaredariya Çinarê ji yek şaredariyên DBPê ye ku hêj qeyûm lê ne hatibû tayinkirin. Li 94 şaredariyên DBPê qeyûm hatibûn tayinkirin û 95 şaredar hatin e girtin. Ji 13 şaredarên DBPê bi tevahî 109 sal û 6 meh ceza hatibû birîn.

    Bi heman mijarî:

    Di çalakiyên prostestoyê yên li Parîsê de tevlihevî
    Rûsya: Konteynerên tijî klor û bombeyên mijê li Dûmayê hatin dîtin
    Rûsya: Armanca êrişa hevpeymaniya welatên rojavayê ew bû ku milîtan pêşiya xwe bibînin
    Etîketan:
    şaredar, hevşaredar, serok, girtîgeh, Sputnik Kurdistan, Ahmet Cengiz, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de