20:58 22 Gulan 2018
    1ê gulanê

    Walîtiyê dirûşmên kurdî bi xeter dîtin û bo çalakiya 1ê Gulanê destûr neda

    © AP Photo
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 00

    Walîtiya Enqereyê destûr neda çalakiya 1ê Gulanê ya ku sendîka û odeyên pîşeyan dixwazin li Meydana Tandoganê li dar bixin. Walîtiyê herwiha dirûşmên kurdî yên 1ê Gulanê jî bi xeter dîtin.

    Li gorî zanyariyên rojnameya Birgunê ku li Tirkiyê weşanê dike rêxistinên pîşesazî sendîkageriyê; Odeya Tebîbên Enqerê, TMMOB, DISK, Sendîkya Giştî ya Kar, Egitim-Sen û Turk-Işê ji bo ku 1ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê li Meydana Tandoganê ya Enqerê çalakiyekê li dar bixin serî li Walîtiya bajêr dan lê walîtiyê destûr neda çalakiya 1ê Gulanê. Bi raya walîtiyê ger bo meşa 1ê Gulanê destûr bê dayîn, sendîkager û rêxistinên odeyên pîşeyan dê li dijî mebesta damezirandina xwe tev bigerin.

    Yek jî Endamê Kômîteya Amadekar û Nûnerê Turk-Işê Halail Ibrahim Alpoglu diyar kir ku walîtiyê bi hinceta ku ‘dirûşmên hatin bijartin' û ‘metnê çapemeniyê' bo çalakitê destûr nedaye.

    Walîtiyê herwiha hinek dirûşmên kurdî û tirkî jî 'bi xeter' dîtin. Hindek dirûşmên kurdî ku ji aliyê walîtiyê ve bi xeter hatin dîtin wiha ne: ‘Bijî Yekê Gulanê', ‘ked aştî azadi', ‘Bijî Biratiya Gelan' û ‘Jin jiyan azadî'

    Balkêş e ku dirûşmên tirkî yên (Yaşasin 1 mayis) ‘Bijî 1ê Gulanê', (Yaşasin Halklarin Kardeşligi) 'Bijî Biratiya Gelan' serbest e, lê yên kurdî ‘Bijî Yek(ê) Gulan(ê)', 'Bijî Biratiya Gelan' ji ber ku kurdî ne, 'bi xeter' hatine dîtin.

    Bi heman mijarî:

    'Erdogan bi hilbijartinan dixwaze bibêje, gelê Tirkiyeyê piştgiriyê dide berfirehbûna me'
    'Gelê kurd ne kirêgir û penaberin, xwediyê welat û ji gelên damezrînêr in'
    PKK: Me li sê baregehên Tirkiyeyê yên li herêma Barzanê 5 leşkerên tirk kuştin
    DYA bo Tirkiyeyê: Êdî dema serbestberdana keşe Brunson hatiye
    Peskov: Dibe gavên neyarane yên Amerîkayê li dijî Rûsyayê dewam bikin
    Rûsya û NATO li ser mijara Sûriyeyê dicivin
    Etîketan:
    Dirûşmên Kurdî, Dirûşm, Red, Serîlêdan, 1ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê, 1ê Gulanê, Qedexe, Meydana Tandoganê, Walîtiya Enqerê, Turk-İş, Egitim-Sen, TMMOB, Halail Ibrahim Alpoglu, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de